​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Hevgirtina gelê me herêm ji tevahî Sûriyeyê re kir modelek

Mezlûm Ebdî bal kişand ser girîngiya hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rola wî ya di pêkanîna destkeftiyan de û got hevgirtina gel rê vekir ku herêm bibe modelek ji tevahî Sûriyeyê re.

​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Hevgirtina gelê me herêm ji tevahî Sûriyeyê re kir modelek
28 îlon, 2023   11:18

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî peyameke bideng ji Komxebata 2′yemîn a PYD′ê ya li Reqayê re şand.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de got: “Di dirêjahiya krîza Sûriyeyê de û hîna jî em di siyasetên xwe de sabit in. Em hewl didin parastina hevgirtina hemû aliyan bikin û bi awayekî hevbeş bixebitin. Hewldanên me yên hevbeş ji bo parastina têkiliyan û xwegihandina her kesî bû, da ku ji bo Sûriyeyê bibe nimûneyek. Dê ev siyaseta me ya sabit di siberojê de bibe rêyek ji bo her kesî. Lê belê ruxmî serkeftinên me yên hevbeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê ji siyasetên bi armanca hewldanên kişandina herêmê ber bi şerekî navxweyî ve ku armancên wê ne diyar in, haydar bin.”

Ebdî wiha domand: “Gelê me gelek fedakarî da. Ji lew re divê em van destkeftiyan biparêzin. Hevgirtina me hişt ev gel ji tevahî Sûriyeyê re bibe modelek. Ev yek li ser milên xêrxwazên mîna we disekine ku hûn hewl didin ewlehî û biratiyê ava bikin. Em li vir kesayetên welatparêz ku canê xwe di oxira civakê de dane, bi bîr tînin, wekî Hevrîn Xelef, Şêx Beşîr Feysel El Hiwêdî û Omer Elûş."

Ebdî destnîşan kir ku hevgirtina gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên mezin di şoreşê de pêk anîn, bi vê yekê dê bikare li hember destwerdan, lihevkirina herêmî û navneteweyî yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser jî bisekinin.

(fr)

ANHA