Komploya Navneteweyî dê li 74 deverên cuda yên cîhanê bê şermezarkirin

Zubeyde Zumrut diyar kir ku dê di 9’ê Cotmehê de li 74 deverên cuda yên cîhanê komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê şermazarkirin.

Komploya Navneteweyî dê li 74 deverên cuda yên cîhanê bê şermezarkirin
28 îlon, 2023   10:17

9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî dest pê kir. 30 meh e der barê Abdullah Ocalan de tu agahî nayên wergirtin û tecrîdeke giran li ser wî heye. S

Li gelek deverên cîhanê û Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêngavek hat destpêkirin. Dê li Ewropayê di 9'ê Cotmehê de çalakî dest pê bikin.

Der barê çalakî û bernameyan de hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut ji JINNEWS'ê re axivî.

Zubeyde Zumrut diyar kir ku ji 9'ê Cotmehê heta niha 25 sal e gelê Kurd têkoşîneke bênavber dide meşandin û wiha axivî: "Li hemberî komployê û ji bo azadiya Serokatiyê têkoşînek hat dayîn. Gelê Kurd, jin, ciwan û gelên din di nav berxwedanê de bûn. Îsal 9'ê Cotmehê ji bo me salekî dîrokî ye. Divê gaveke dîrokî derkeve holê. 2 sal û nîv e ji Îmraliyê agahî nayê girtin. Ji ber vê sedemê 9'ê Cotmehê dîrokî ye û divê li gorî rola dîrokî çalakî û bername bên lidarxistin. Ji xwe Gelê Kurd, jin û ciwan bi berxwedan û têkoşînê xwedî komployê têk birin. Em çalakiyên 9'ê Cotmehê bi pêşengiya jinan li Ewropayê bi rêxistin dikin. Ji bo tevlêbûn û xwedîderketinê divê em rola xwe ya dîrokî bilîzin. Ji ber ku dê ji bo azadiya Serokatiyê pêngavek bê destpêkirin."

Zumrut di axaftina xwe de wiha bal kişand ser çalakiyan: “Li gelek bajarên Ewropayê hem mîhrîcanên jinan û hem jî mîhrîcanên giştî di çarçoveya pêngavê hatin lidarxistin. Di demên dawiyê de meş û çalakiyên ku tên her tim azadiya Serokatiyê hat bilêvkirin. Em ber bi 9'ê Cotmehê ve diçin û her roja ku derbas dibe jî tecrîd tê girankirin û agahî jê nayê girtin. Li dijî faşîzma Tirkiyeyê û pergala îşkenceya dewletê ya li Îmraliyê, li qadan divê rêxistinbûneke xûrt pêk bê. Ji bo azadiya fizîkî ya Serokatiyê roleke dîrokî bê lîstîn. Wek saziyên li Ewropayê demek dirêj e plansaziya 9'ê Cotmehê tê kirin. Hemû sazî, rêxistin û gel li gorî vê berpirsiyariyê tev digerin. Tecrîd û teslîmkirina Serokatiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê biryara Tirkiyeyê ye. Em li navenda ku tecrîd tê birêveberin de dijîn. Bênefes hiştina kurdan a bi rêya tecrîdê de divê di hêla vijdanî de neyê qebûlkirin."

ÇALAKÎ DÊ LI STRASBOURGÊ DEST PÊ BIKIN

Zumrut destnîşan kir ku dê di 10'ê Cotmehê de li Strasbourgê starta çalakiyan bidin û wiha axivî: "Divê êdî bi girseyî li qad û kolanan bersivek bê dayîn. Li Ewropayê hêzeke rêxistinî ya kurdan heye. Li her deverê cîhanê kurd dê li qadan bicivin, di vê çarçoveyê de plansazî û xebat hatin kirin. Ji bo encameke xurt bê girtin hemû rêxistinên me seferber bûn. Bi ruhê seferberiyê ji bo azadiya Serokatiyê niha hewldaneke mezin heye. Li gelek welatan dê meş bên lidarxistin û di dawiya meşê de jî dê mîtîng bên lidarxistin. Dê kurd û dostên kurdan tevlî wan mîtîngan bibin. Ji bo azadiya Serokatiyê dê pêngavek bê destpêkirin. Em ê starta vê pêngavê di 10'ê cotmehê de li Strasbourgê bidin. Her wiha di heman demê de Serokatiya me dikeve 74 saliya xwe û dê li 74 deverên cuda dê çalakî bên lidarxistin." 

500 KES DÊ LI BER KONSEYA EWROPAYÊ NOBEDÊ BIGIRIN

Zumrut da zanîn ku xebatên ji bo çalakiyê didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dê di 10'ê Cotmehê de starta pêngavê bidin û ji bo tevlîbûnê xebat didin meşandin. Dê di 10'ê Cotmehê de li Strasburgê bi tevlîbûna 500 kisî dê nobetê bigirin û ev nobet dê 4 rojan bidome. Her wiha nobeta me dê li ber Konseya Ewropayê pêk bê. Em ê li vir rûnên. Ji xwe li Konseya Ewropayê xebatek heye û em ê dengê xwe bighînin wan û bêjin 'Hevkariya sûc a ku Tirkiye pêk tîne nekin'. Dê çavên cîhanê li vir be û em wek sazî û kurd dê Serokatiya xwe azad bikin."