​​​​​​​​​​​​​​Di şewata li Mûsilê de bîlanço girantir dibe

Hejmara kesên di şewata li Mûsilê de jiyana xwe ji dest daye, bû 114 û bû nêzî 336 kes jî birîndar bûne.

​​​​​​​​​​​​​​Di şewata li Mûsilê de bîlanço girantir dibe
28 îlon, 2023   09:20

Heyva Sor a Iraqê ragihand ku bîlançoya mirî û birîndarên şewata Mûsil bû zêdetirî 450 kesî, ji wan 114 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rayedarên welêt madeyên avahîsaziyê yên zû agir pê dikeve, sedema şewata li hola dawetê ne.

Li gorî rayedaran, sedema hişt ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin û birîndar bin, deriyên derketina rewşên awarte girtî bûn û alavên ewlehiyê ne guncaw bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ragihand ku ji bo rakirina birîndaran û şandina sewqiyatên tibî ji Bexdayê, daîreyên wezaretê yên li Mûsil û derdorê di rewşa awarte de ne.

Gerînendeyê Daîreya Ragihandinê ya Wezareta Karên Hundir Seed Meen got wek tedbîr 9 kes hatine destgîrkirin û fermana girtinê li dijî 4 kesên xwediyê holê hatiye derxistin.

(fr)