​​​​​​​Li Rojava 'terorîst' li Ukraynayê qehreman

2 şervanên ku li Rojava li dijî DAIŞ'ê şer kiribû, piştî ku li Ukraynayê jiyana xwe ji dest da, wek qehreman hatin pênasekirin. Dewleta Brîtanyayê her du şervan wek 'terorîst' sûcdar kiribûn, ji ber ku li dijî DAIŞ'ê şer kiribû.

​​​​​​​Li Rojava 'terorîst' li Ukraynayê qehreman
28 îlon, 2023   09:06

Şervanên bi navên Dan Burke û Sam Newey li Ukraynayê di şerê dijî hêzên Rûsyayê de jiyana xwe ji dest da û li welatê xwe ji aliyê medyayê ve wek qehreman hatin ragihandin.

Cenazeyê Dan Burke beriya çend rojan li Ukraynayê hatitbû dîtin. Sam Newey jî li rojhilatê welêt di şerê li dijî hêzên Rûsyayê de jiyana xwe ji dest da.

Mirina her du şervanên ji Brîtanyayê li Ukraynayê, di çapemeniya Brtîtanyayê de deng veda. Di gelek nûçeyan de ji bo Burke û Newey gotina 'şervanên wêrek û fedakar' hate bikaranîn.

Dan Burke li nava refên YPG'ê li dijî DAIŞ'ê şer kiribû û piştî ku vegeriya welatê xwe, 7 mehan girtî ma. Sam Newey jî tevî ku 19 salî bû û qet neçûbû Rojava, hatibû cezakirin.

Li gorî nûçeya ANF’ê, Kekê Sam Dan Newe ku bi xwe jî berê li Rojava şer kiribû, li ser mijarê axivî û destnîşan kir ku her du enternasyonalîst jî qehreman bûn.

Newey got: "Gelên azad ên li Rojava di navbera DAIŞ'ê û welatên Rojava de bendek bûn. Heke ne ji fedakariya wan bûya, DAIŞ'ê wê bêhtir êş û kaos biafiranda; niha heman tişt ji bo Ukraynayê jî dikare bê gotin. Ev têkoşîna me hemûyan e, çi dibe bila bibe divê em li dijî otorîteriyê li ber xwe bidin.”

Dan Burke sala 2017'an çûbû Rojava û piştî ku li dijî DAIŞ'ê şer kiribû, di sala 2019'an de li welatê xwe vegeriyabû. Burke li welatê xwe bi 'terorîzmê' hat sûcdarkirin. Dan Burke û Sam Newey tevî 4 hevalên xwe hatin darizandin.

Sam Newey ê 19 salî ji ber ku 150 sterlîn ji kekê xwe Dan Newey re şand, bi îdîaya 'piştgiriya madî ya ji bo terorîzmê' hate sûcdarkirin û darizandin.

Dadgeh piştre betal bû, lê belê Dan Burke li girtîgehê 7 mehan hate hiştin. Her wiha hin dezgehên medyayê henekên xwe pê kirin û jê re gotin 'Dan ê Jîhadî'.

Sam Newey û bavê wî bi kefaletê hatin berdan, karê xwe winda kirin û gelek caran polîsan avêtin ser mal û odeyên wan ên li dibistanê.

Sam Newey di 31'ê Tebaxê de li Ukraynayê li eniya herî pêş jiyana xwe ji dest da. Tê texmînkirin ku Dan Burke di 11'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabe.

Tevna Piştevaniyê ya Kurdistanê jî têkildarî mirina her du enternasyonalîstan daxuyanî da û got: "Her du enternasyonalîst ku ji bo parastina Ukraynayê jiyana xwe ji dest dan, dê wek qehremanan bêne bîranîn. Lê belê her du jî li tacîz û zilma dewletê rast hatin ku li Qraliyeta Yekbûyî nehiştin jiyaneke ji rêzê bijîn. Piştgiriya durû ya Qraliyeta Yekbûyî ya ji bo şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan, îdîaya hikumeta Qraliyeta Yekbûyî ya li ser demokrasiyê, diyarkirina mafê çarenûsa xwe û piştgiriya mafên bingehîn ên li Ukraynayê dike mijareke henekî."