Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî

Di van kêliyan de Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî ya PYD′ê bi sernavê ′Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurdî-Erebî li gorî nêrîna Rêber Abdullah Ocalan′ tê lidarxistin. Ev komxebat ji nîqaşkirina rola stratejî ya têkiliyên Erebî-Kurdî di çareserkirina krîza Sûriyeyê, girîngiya lihevkirina Erebî-Kurdî di çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn de tê organîzekirin.

Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî
Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî
Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî
Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî
Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî
Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî
Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî
Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî
Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî
Li Reqayê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî
28 îlon, 2023   09:48

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola ′Erd El Seîde′ ya li Reqayê bi sernavê ′Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurdî-Erebî li gorî nêrîna Rêber Abdullah Ocalan′ Komxebeta 2′yemîn a Sûriyeyî li dar xist.

Di komxebatê de endamên PYD′ê yên Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê, hevserokê PYD′ê Salih Muslim, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Muhafezekaran, Partiya Civakî ya Nîştimanî ya Sûriyê, hiqûqnasên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Sûriyeyê amade bûn.

Her wiha Seroka Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, gelek siyasetmedarên jin û siyasetmedarên serbixwe ji hundirê Sûriyeyê, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazor, Minbic, Reqa, Tebqa û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di komxebatê de hevserokê PYD′ê Salih Muslim li ser sedemên lidarxistina komxebatê û girîngiya wê axivî û wiha got: "Pêdiviya me bi zelalbûn û aşkerabûnê heye. Mijara komxebatê jî bi awayekî taybet li ser keysbaziyên desthilat û têkiliyên stratejîk e."

Muslim wiha domand: "Rojhilata Navîn 400 sal di bin dagirkeriya Osmanî de bû, dema netewe-dewlet hate avakirin, mêtingeriya Fransî, Brîtanî ji bo derbekirina împeratoriya Osmanî bi kar anî û dewleta –netewe ya Tirkî û Farisî ava kir û banga avakirina dewleta Kurdî nekir."

Muslim wiha anî ziman: "Divê em li çawaniya pêşketinê binêrin, ew mîna rêyekê em li ser dimeşîn, lê fikrên durist, durist dimînin û em li ser erdê jê sûdê werdigirin. Ez texmîn in em hemû bi avakirina stratejiya têkiliyên Kurdî-Erebî têkildar in. Ji lew re erka li ser me xebata ji bo avakirina civakeke polîtîk-exlaqî ye. Ev jî tenê bi rêya projeya neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, pêkan e."

Dûre axaftina qeydkirî ya fermandarê giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî tê. Mezlûm Ebdî li ser girîngiya lidarxistian komxebatê li gel rewşên heyî axivî.

Ebdî wiha got: "Piranî welatiyên herêmên me hewl da têkiliyên Erebî-Kurdî ava bikin û di oxira vê yekê de canê xwe da. Hêzên me, QSD′ê nûnertiya tevahî pêkhateyên herêmê ji Ereb, Kurd, Ermen û Çeçen dike. Di dema rizgarkirinê de yên yekemîn canê xwe di oxira rizgarkirina van herêman de da. Em nahêlin tu destwerdanên derve li tu aliyekî çêbe."

Dê di komxebatê de gelek mijar bên nîqaşkirin; dîroka têkiliyên Kurd li Sûriyeyê, dîroka têkiliyên Kurd li Rojhilata Navîn,. Di mijara duyemîn de rola stratejîk a têkiliyên Erebî-Kurdî di çareserkirina krîza Sûriyeyê de, girîngiya lihevkirina Erebî-Kurdî di çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn de hene.

(fr)

ANHA