Merasîma oxirkirina şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo dest pê kir

Bi beşdariyeke girseyî karwana oxirkirina rojnameger, nivîskar, şehîd Seyîd Evran û yek ji fermandarên YPG′ê Aslan Qamişlo ji taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê dest pê kir.

Merasîma oxirkirina şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo dest pê kir
27 îlon, 2023   08:00

Bi beşdariya bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên saziyên sivîl, civakî, ragihandin û leşkerî karwana her du şehîdan; nivsîkar, rojnameger Seyîd Evran ku di 22′yê Îlonê de şehîd bûbû û yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Aslan Qamişlo ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de 17′ê Îlonê şehîd bûbû ji morga Qamişloyê ya li taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve dest pê kir.

Cenazeyê rojnameger Seyîd Evran bi kulîlk û ala YRA′yê hate xemilandin, her wiha cenazeyê fermandar Aslan Qamişlo bi ala YPG′ê û kulîlkan hate xemilandin. Hevrêyên wan cenazeyên her du şehîdan hildan ser milên xwe û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Bi hezaran xelkê, rûspiyên êl û eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada goristanê li benda karwana şehîdan in. Qad bi wêneyên şehîdan û kulîlkan hatiye xemilandin.

Beşdaran wêneyên şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo bi singa xwe xistine. Ew yek nîşaneya girêdana wan bi fedakariya mezin a şehîdan e.

Çaverê ye dema cenazeyên her du şehîdan gihaşt goristanê merasîmeke girseyî bê lidarxistin û axaftin bên kirin.

Berdewamî tê…

(r)