Bi deh hezaran xelkê Qerebaxê koçber bûn

Piştî Azerbaycanê bi armanca dagirkirinê êriş birin ser Qerebaxê, pêla koçberiyê ber bi Ermenistanê ve dest pê kir.

Bi deh hezaran xelkê Qerebaxê koçber bûn
27 îlon, 2023   09:55

Rayedarên Ermenistanê da zanîn ku heta niha 42 hezar û 500 penaber ji Qerebaxê gihîştinê Ermenistanê.

Hikûmeta Azerbaycanê ragihand ku roja Yekşemiyê rêya yekane ku mirov dikare tê re biçe Ermenistanê, vekiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Azerbaycanê, di daxuyaniya xwe de ku roja Çarşemê da, îdia kir ku di êrîşan de ku li Qerebaxê hatine kirin, 192 leşker û sivîlan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyê 500î leşker bûne birîndar.

Rayedarên Qerebaxê jî eşkere kir ku ji wan 213 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyê 400î kes bûne birîndar

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, hefteya çûyî da xuyakirin ku ew xwe amadeyê pêşwazîkirina 40 hezar penaberan dikin. Lê tê gotin ku 120 hezar kesên li Qerebaxê ne, dixwazin koç bikin. Bi ya Ermenan, tu ewlehiya wan a jiyanî nîn e li Qerebaxê ku daxilê Azerbaycanê hatiye kirin. Rayedarên herêmî da der ku tiştekê Ermenên li herêmê xwe pê bikarin biparêzin nîn e û bertek nîşan didin ku çima hêzên navneteweyî dengê xwe nakin.