Gelo hevdîtinên li Riyadê dê bibin zemîna çareserkirina aloziya Yemenê?

Diyar e ku xwesteka Erebistana Siûdî ya bidawîkirina dosyaya Yemenê heye. Her wiha diyar e Erebistana Siûdî di vê pêvajoyê de giraniyê dide ‘Dîtina 2030′î’ ku avakirina bajarê Neom ê li beramberî Deryaya Sor digire nava xwe.

Gelo hevdîtinên li Riyadê dê bibin zemîna çareserkirina aloziya Yemenê?
26 îlon 2023   04:45

Di çend rojên dawîn de bûyerên girîng û erênî di dosyaya Yemenê de rû dan, nemaze piştî serdana welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman a li Omanê. Serdana şandeya Sanayê ji bo Riyadê û hevdîtinên wê yên bi rayedarên Erebistana Siûdî re, dîsa jî axaftinên li ser pêşketinên mezin di çareserkirina dosyayên girêdayî Yemenê de.

Li ser mijarê şîrovekarê siyasî Elî Mûrad ji ANHA′yê re axivî û anî ziman ku Erebistana Siûdî hewl dide li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve agirbesta ku di Nîsana 2022′yan de hatiye ragihandin, dirêj bike da ku rê li ber çareseriya siyasî ji aloziya Yemenê re were vekirin.

Elî Mûrad got ji Hûsiyan tê xwestin derbasî proseya siyasî ya giştî bibin da ku herî kêm aştiyeke navxweyî li welat pêk were ku bikeve xizmeta îstîqrara herêmê. Her wiha aşkera kir ku di daxuyaniya Amerîkayê de ya ji aliyê şêwirmendê ewlehiya neteweyî Jake Sullivan ve hatiye dayîn, hat destnîşankirin ku serok Joe Biden ji dema ketiye Qesra Spî ve, ji bo rawestandina şerê li Yemenê û kêmkirina aloziyan eleqedar bûye.

Têkildarî daxwaza Hûsiyan jî Mûrad wiha axivî: “Bersiveke diyar ji bo pirsa daxwaza Hûsiyan di dirêjiya demê de, li cem tu kesî nîn e. Nemaze piştî ku dahat û îmkanên têr ên ji bo avakirina statû û dewleteke serbixwe bi dest xistin. Ev yek di axaftina yekemîn a rêberê Hûsî Ebdulmelik El Hûsî de aşkera dibe. Ebdulmelik El Hûsî beriya 9 salan dema Sana kontrol kir, behsa rejîmeke nû kir ku dê îmametê vegerîne û rejîma komarî ya ku di 26′ê Îlona 1962′yan de hatibû damezirandin, ji holê rake. Li ser vê mijarê jî pirsên wekî ′gelo dê rejîma nû ya Sanayê rêzê bide peymanên ku ji aliyê Komara Yemenê ve hatine îmzekirin?′ tevî peymana xêzkirinê sînorên bi Erebistana Siûdî re ku di serdema Elî Abdullah Salih de hatibû îmzekirin, xwe didin pêş.”

Şîrovekarê siyasî Mihemed El Yemenî jî got: "Diyar e Hûsî çi dixwazin; destûra xebitandina balafirgeha Sanayê, wergirtina parekê ji petrol û gaza Yemenê, her wiha dayîna mûçeyên karmendên dewleta ku li bakurê Yemenê ava kirine. Her wiha daxwazên wan ên din hene ku tevahî ji bo xurtkirina statuya li bakurê Yemenê ne ku Sana, bendera Hudeyda û parêzgehên li bakur û naverastê di nava xwe de digire.”

Li gorî El Yemenî, ya ku nayê zanîn, Îran di dawiyê de çi dixwaze; gelo dê ber bi çareseriyeke giştî ve dehf bide ku Hûsî bibin beşeke vê çareseriyê yan jî armanca Îranê ew e ku statuya Hûsiyan bimîne û Hûsî ji bo xêzkirina sînor amade ne.

El Yemenî anî ziman ku Erebistana Siûdî eleqeyeke mezin dide çareseriyeke aştiyane bo Yemenê û got: “Lê ji pirsa 9 sal berê nayê gerandin, anku dema Hûsiyan bi tevkariya serokê berê Ebidrebuh Mesnûr El Hadî re di pêşdeçûna xwe ya li Sanayê de bi ser ketin û bajar kontrol kir. Ebidrebuh wê demê guman kir ku ew ê koma Ensarullah bixapîne û bi wan re bi navberkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) peymana aştî û hevkariyê bi beşdariya nûnerê sekreterê giştî yê NY'yê Cemal Bin Omer îmze kir."

Ji dema avakirina Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ya li dijî Hûsiyan ve, şandeya Hûsiyan hefteya borî yekem car bi fermî serdana Riyadê kir. Erebistana Siûdî encamên dan û standinên li Riyadê ku di navbera Hûsiyan û rayederên Siûdiyê de pêk hatibûn, erênî nirxandin. Armanc ji van hevdîtinan dîtina nexşereyekê ji bo çareseriya aştiyane ya li Yemenê ye.

(bb)