‘Nivîsgeha Nihênî’ bacên giran li bazirganan ferz dike

Nivîsgeha Nihênî ya hevjîna Beşar Esedî Esma Esed bacên nû li bazirganên Helebê ferz dike ku ji milyonan heta milyar lîreyên Sûriyeyê ne. Hemwextî wê jî Wezareta Diravî ya hikumeta Şamê bacan li bazirganan ferz dike.

‘Nivîsgeha Nihênî’ bacên giran li bazirganan ferz dike
‘Nivîsgeha Nihênî’ bacên giran li bazirganan ferz dike
‘Nivîsgeha Nihênî’ bacên giran li bazirganan ferz dike
26 îlon 2023   00:42

Gelek çavkaniyan didin zanîn ku ‘Nivîsgeha Nihênî ya Aborî’ ya hevjîna serokê rejîma Şamê Esma Esed bacên giran li gelek dikanên taxa Ebara ya Helebê  ferz kirine.

Bazirganên taxê piştrast kir ku wan di mehên Tîrmeh û Tebaxa borî de bi navê “bace komî ser hev bûnê" bacên giran li wan hatin ferzkirin.

BACÊN SEDEMÊN WAN NEDIYAR

Nivîsgeha navborî zêdetirî 50 milyon lîreyê Sûriyeyê wek bac li piraniya dikanên taxa Ebarayê ferz kir û ji 60 heta 100 milyon lîre bac li bazirganan ferz kir. Dikanên biçûk jî ji dayîna bacan bê par neman ku ji 31 heta 45 milyon lîreyî bac li wan hatine ferzkirin.

Bazirganên Ebarayê destnîşan kir ku dikandaran dikanên xwe girtin û şandeyek şandin Şamê da ku der barê bidawîkirina bacan an jî sivikkirina wan de bi berpirsên nivîsgehê re dan û standinekê bikin, lê li şûna ku hikumet dan û standinê bike, gef li wan xwarin ku heke bacan dereng bidin, dê hesab ji wan bê xwestin.

Hemwextî van bacan, Wezareta Diravî ya hikumeta Şamê jî bacan li bazirganan ferz dike.

NIVÎSGEHA NIHÊNÎ ÇI YE?

Li gorî rojnameya Financial Times a Amerîkayê, Nivîsgeha Nihênî mecliseke biçûk e û ji aliyê Esma Esed ve tê birêvebirin. Ev nivîsgeh aboriya Sûriyeyê ji bo dewlemendkirina malbata Esed û xurtkirina hegemonyaya wê kontrol dike.

Rojnameyê navê 6 endamên sabit ên di meclisa biçûk de diyar kirin; Faris Kelas, Lîna Kenayê, Dana Beşkûr, Lona Şibil, Xidir Elî Tahir û Yesar Îbrahîm.

Rojnameya navborî hevpeyvîn bi 18 kesan (karsaz, rêveberên şîrketan, karmendên rêxistinên alîkariyê, berpirsên berê yên saziyên hikumeta Şamê) re kirin ku agahiyên wan li ser xebatên vê nivîsêgehê hene. Li gorî van kesan, Esma Esed ji bo avakirina şebeyeke cihêkariyê ya berfireh bi salan xebitiye û di avakirina vê şebekeyê de pişta xwe da rêxistinên xêrxwaziyê û yên ne girêdayî hikumetê, wekî Rêxistina Emane ya Sûriyeyê ya geşkirinê. Van kesan aşkera kir ku Esma Esed pereyên alîkariyên navneteweyî yên ji bo Sûriyeyê şandine, kontrol dike.

Her wiha Esma Esed tevahî karsaz û xwediyên şîrketan ên ku piştgiriya hevjînê wê nakin, dûr xistin û bi rêya projeyên ji nû ve avakirina Sûriyeyê serweta xwe zêde kir. Her wiha bi hevkariya hevjînê xwe û birayê wî Mahir bazirganên kevn ên li Sûriyeyê ji hev xistin û rêbazên nû afirandin ku bi rêya şer qezenceyên aborî bi dest bixe.

Li gorî wan kesan, endamên nivîsgehê dikarin bi rêya payeya xwe bacan li bazirganan ferz bikin û astengiyên aborî li pêşiya hevrikên xwe derxin.

BACÊN MILYAR LÎREYÎ

Di heman çarçoveyê de Gerînendetiya Diravî ya hikumeta Şamê li nexweşxaneya Dibît a welidandin û nexweşiyên jinan a li Helebê û bijîşk Ebdullah El Muewqê milyar lîre wek bac ferz kir. Hincet jî ew e ku amûrên tenduristiyê ji derveyî Sûriyeyê anîne.

Çavdêran destnîşan kir ku bac rewşê aloztir dikin, nexasim ku qada tenduristiyê ya hikumeta Şamê bi paş ketiye û hejmareke mezin a bijîşkan koçber bûne.

(mh)

ANHA