Însiyatîfa Gel: Tev li çalakiya li Qamişloyê bibin

Însiyatîfa Gel bang li tevahî şêniyên Qamişloyê kir ku tev li çalakiya kon bibin ku sibe li bajêr tê lidarxistin.

Însiyatîfa Gel: Tev li çalakiya li Qamişloyê bibin
Însiyatîfa Gel: Tev li çalakiya li Qamişloyê bibin
Însiyatîfa Gel: Tev li çalakiya li Qamişloyê bibin
Însiyatîfa Gel: Tev li çalakiya li Qamişloyê bibin
Însiyatîfa Gel: Tev li çalakiya li Qamişloyê bibin
Însiyatîfa Gel: Tev li çalakiya li Qamişloyê bibin
Însiyatîfa Gel: Tev li çalakiya li Qamişloyê bibin
Însiyatîfa Gel: Tev li çalakiya li Qamişloyê bibin
Însiyatîfa Gel: Tev li çalakiya li Qamişloyê bibin
22 îlon, 2023   10:04

Însiyatîfa Gel vê sibehê li Qamişloyê konê çalakiyê yê ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li nêzî Yarîgeha Şehîdên 12′yê Adarê veda.

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9′ê Îlonê bernameya çalakiyên xwe yên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera kiribû. Li gorî bernameyê dê çalakî û meş li tevahî bajaran li dar bikevin.

Endama Însiyatîfa Gel Hûriyê Şemdîn bi rêya ajansa me bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku tev li konê çalakiyê bibin. Dê çalakî 2 rojan dewam bike.

Hûriyê Şemdîn wiha got: "Divê jin û ciwan û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi girseyî tev li vê çalakiyê bibin û li dijî siyasetên rejîma Tirk a faşîst rabin."

Li aliyekî din jî endamê Însiyatîfa Gel Yûsif Kotî wiha got: "Divê her welatparêzek û tevahî pêkhateyên herêmê berê xwe bidin konê çalakiyê û beşdarî meşê bibin ku dê li pêş avahiya Komseriya NY′yê li dar bikeve."

(fr)

ANHA