Esed û Xi Jinping li hev civiyan

Beşar Esed û serokê Çînê Xi Jinping li bajarê Khanju yê Çînê li hev civîn.

Esed û Xi Jinping li hev civiyan
22 îlon, 2023   10:33

Serokê Çînê Xi Jinping li Khanju bi serokê hikumeta Şamê Beşar Esed re civiya û got dê her du welat têkiliyên hevbeş ên stratejîk ragihînin.

Xi Jinping got: "Em ê îro bi awayekî hevbeş avakirina hevkariya stratejîk ragihînin û dê bibe dîrokeke girîng di têkiliyên her du welatan de.”

Xi Jinping anî ziman ku Pekîn ji bo pêşxistina hevkariya bi Şamê re amade ye û got: "Li gel rewşa navneteweyî ya bêîstîqrar Çîn amade ye hevkariya xwe bi Sûriyeyê re dewam bike, hevkarî û parastina edaleta navneteweyî bi pêş bixe.”

Esed jî têkildarî serdanê got: "Hem dem hem jî rewşa vê serdanê pir girîng e. Ji ber ku îro gelek blok li cîhanê tên avakirin û dê cîhanê li hevsengî û îstîqrarê vegerîne.”

Esed got ew bi hêvî ye ev hevdîtin hevkariyeke stratejîk ya fireh û demdirêj ava bike, da ku bibe pireke hevkariyê.

Her wiha li gorî ajanseke bi ser hikumeta Şamê ve, her du serokan lihevkirina hevkariya stratejîk îmze kiriye.