​​​​​​​Bi guleya ji çargoşeya ewlehiyê ve zarokek birîndar bû

Ji ber pevçûnên li çargoşeya ewlehiyê  li Hesekê zarokekî 9 salî bi guleya ketober birîndar bû.

​​​​​​​Bi guleya ji çargoşeya ewlehiyê ve zarokek birîndar bû
22 îlon, 2023   09:17

Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê pevçûnên komên Dîfa El Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê û hêzên hikumeta Şamê dewam dikin û di pevçûnan de çekên giran jî bi kar tînin û li herêmên derdorê dikevin.

Li gorî çavkaniyekî tibî, bi guleya ketober ku jêdera wê çargoşeya ewlehiyê ye zarokê bi navê Tîcan Welîd Mehmûd (9) di lingê xwe de li taxa Muftî birîndar bûn.

Şeva berê ji ber avêtina guleyan a ketober li Hesekê gelek welatî birîndar bûn û zarokekî 2 salî şehîd bû.

(fr)

ANHA