Li Qerebaxê 7 hezar kes hatin veguhastin

Rayedarên ji herêma Qerebaxê ragihand ku piştî destpêkirina êrişa artêşa Azerbaycanê, 7 hezar kes ji 16 gundên herêma Qerebaxê hatine veguhastin.

Li Qerebaxê 7 hezar kes hatin veguhastin
20 îlon, 2023   07:59

Şeva sêşemê Azerbaycanê êrişeke leşkerî li dijî Qerebaxê dabû destpêkirin.

Rayedarên jî Qerebaxê ragihand ku wan piştî êrişî zêdetirî 7 hezar kes ji 16 gundên herêma çiyayî ya Qerebaxê derxistine.

Sekreterê herêma nakok Gîgam Stepanyan daxuyand: “Ji 16 gundan ên li herêmên Askeran, Martakert, Martûnî û Şûşî yên Qerebaxê zêdetirî 7 hezar kes hatin veguhastin.”

Rayedarên jî Qerebaxê bang li Azerbaycanê kir şer rawestîne û li ser maseya dan û standinan bicive.

Her wiha rayedaran da zanîn ku di êrişa Azerbaycanê de 25 kes hatine kuştin.

(fr)