​​​​​​​Xelkê Amûdê sersaxî da malbata şehîd Bedran Ehmed

Xelkê Amûdê û gundên wê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bedran Ehmed. Bedran Ehmed di 17′ê Îlonê de şehîd bûbû.

20 îlon, 2023   12:42

Xelkê Amûdê û gundên wê, endamên saziyên sivîl, jinan, leşkerî, ewlehî û ciwanan berê xwe da konê sersaxiyê yê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Bedran Ehmed. Kon li bajarokê Sinciq Xelîl ê heman navçeyê hate vedan.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Ehmed sersaxî da malbata şehîd û got: "Bi fedakariya keç û xortan şoreşa me mezin bû û heta roja îro li ber xwe dide. Dijmin bi hemû hêza xwe hewl didin destkeftiyên şoreşa me têk bibin.”

Ehmed got divê Koalîsyona Navneteweyî, di serî de jî Amerîka, helwesta xwe li hember êrişan aşkera bike.

‘BI BERXWEDANÊ KOMPLO TÊN TÊKBIRIN’

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Seîd Ferso jî bal kişand ser siyaset û komployên hêzên derve êyn li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Dijmin tevahî çekan li dijî gelê me bi kar tîne. Lê bi ser neket, ji lew re di navbera pêkhateyan de fitne derxistin û hin komên radîkal derbasî herêmê kirin. Lê bi berxwedana hêzên me yên leşkerî û piştgiriya gelê me ew komplo bi bin ketine û dê planên wan jî bi bin bikevin."

Ferso wiha domand: "Rojane bi destê QSD′ê, HRE’yê û li çiyayên Kurdistanê bi destê gerîla tola şehîdan tê hilanîn. Lê nixumandineke çapemeniyê ji hêla dijmin ve heye. Em soz didin gelan em parastina wan bikin."

‘SOZA GELÊ ROJAVA YE TOLA ŞEHÎDAN HILÎNIN’

Endama Kongra Star a Amûdê Medya Sedo jî wiha got: "Bila dijmin baş bizane em jinên Rojava bi hêza şehîdên xwe bi hêz dibin, bi hezaran keç û xort li ser vê xakê hene dê çekan hilgirin û tola şehîdan hilînin.”

Endamê rêvebeirya PYD′ê ya Amûdê Adil Mela Emîn jî got bi oxirkirina her şehîdekî re girêdana gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xeta azadiyê ve zêdetir dibe.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Amûdê Îbrahîm Mihemed jî got ew soz didin ku li ser rêya şehîdên xwe heta pêkanîna armancên wan bimeşin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA