Rojnameyên erebî: Sûriye deriyekî Çînê ye

​​​​​​​Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa serdana Beşar Esed a ji Çînê re, girêbesta Amerîka-Îranê û serdana serokwezîrê Iraqê ji DYA′yê re kir.

Rojnameyên erebî: Sûriye deriyekî Çînê ye
20 îlon, 2023   07:45

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê “Serdana Esed ji Çînê re” weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku serdana Beşar Esed a ji Çînê re, ji bo pêşketineke nû di têkiliyên dualî de derfetekê ava dike, bi taybet Pekîn di demeke dirêj de girîngiyê pê dide ku li herêma Rojhilata Navîn amade be. Ev yek jî di çarçoveya hevrikiya wê û ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de pêk tê.

Rojnameyê destnîşan kir ku li hember hewldanên DYA’yê yên dorpêçkirinê, Çîn hewl dide bi rêya geşkirina amadebûna xwe ya siyasî û aborî li Rojhilata Navîn bersiva wan gavan bide. Sûriye jî yek ji wan deriyan e.

′GIRÊBESTA DYA Û ÎRANÊ′

Rojnameya El Quds têkildarî girêbesta DYA û Îranê diyar kir ku rewşa heyî ya têkiliyên fermî yên DYA û Îranê destnîşan dikin ku lihevkirina pevguherîna dawîn a girtiyan gaveke ber bi rêveçûnên muhtemel ên siberoja têkiliyên Washington û Tehranê ye û dê bi xwe re peymana nukleerî ji nû ve zindî bike.

′SÛDANÎ DIÇE DYA′YÊ′

Rojnameya El Exbar jî têkildarî Iraqê destnîşan kir ku belavkirina hêzên DYA’yê li Iraqê û rewşa ku li ser sînorê Sûriyeyê û li hundirê Iraqê û tevliheviya di dolar de bi sedema cezayên DYA’yê yên li dijî hin bankên Iraqê, dosyayên li benda serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji DYA′yê re ne. Diviyabû serdan demeke berê pêk bihata, lê dê di demeke nêzîk de pêk were. Lê hevdîtinên bi amerîkiyan û yên din re dê li kêleka civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di dawiya vê mehê de pêk werin û ji ber vê yekê jî ev yek nayê wê wateyê ku ji bo van mijaran û yên din çareserî bên dîtin.

(fr)