Di Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer de komên Ereb ên jinan

Di Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî de komên erebî yên jinan bi xurtî beşdar bûn. Endamên komên pêkhateya Ereb diyar kir ku jinên Ereb bi rêya van koman çand û kevneşopiya xwe parastin û diparêzin.

Di Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer de komên Ereb ên jinan
20 îlon, 2023   05:54

6′emîn Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî di 16'ê Îlonê de li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê dest pê kiribû  û 4 rojan dewam kir. Mîhrîcan ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 salan hatibû rawestandin.

Ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê komên govendan bi dehan kom beşdar bûn, her komek nûnertiya pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan kir.

Komên jinan bi xurtî beşdarî mîhrîcanê bûn û beşdarbûna komên jinên Ereb ên ji Tebqa, Reqa, Til Hemîs, Til Birak û Til Koçerê bal kişand.

Endama koma Palmêra ya ku Adara borî li Reqayê hatiyee damezirandin Semer Cuma got: "Ev mîhrîcan ji bo me derfeteke mezin bû da ku em bi kevneşopî û çanda xwe ya govendên gelêrî beşdar bibin, nexasim ku pergalên zordest ewqas sal hewl didan çanda me bihelînin."

Semer Cuma destnîşan kir ku bi rêya lidarxistina mîna van mîhrîcan û çalakiyan êdî her pêkhateyek dikare bi govendên xwe xwe temsîl bike.

Endama koma Bîrhat a Til Birakê Esma Selîm anî ziman ku di serdama tarî de jin wekî şerm dihat dîtin û azadiya wê hatibû binpêkirin. Her wiha got, piştî rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ′ê komên hunerî hatin avakirin.

Esma Selîm li ser mîhrîcanê jî got: "Daketina ma ya li ser dikê bi cilûbergên me yên erebî gaveke mezin ji bo piştgiriya jinên di aliyê hunerî de gaveke mezin e. Her wiha handana cemawer û beşdaran jî hişt em gavên zêdetir ji bo pêşxistina koma xwe biavêjin."

Endama koma Tebqayê ya kevneşopiya gelêrî ya ji bajarokê Cirniyê Rama Hisên got: "Me karîbû bi rêya vê mîhrîcanê kevneşopiya herêma Tebqayê temsîl bikin."

Rama Hisên got, jinên Ereb karîbûn kevneşopî û çanda xwe ji windakirinê biparêzin.

(mh)

ANHA