Li gundewarên Şamê jineke 70 salî û neviya wê hatin qetilkirin

Li bajarê Medemiyet Şam ê gundewarê Şamê jineke 70 salî û neviya wê ya 8 salî bi alaveke tûj di mala wê de hatin qetilkirin.

Li gundewarên Şamê jineke 70 salî û neviya wê hatin qetilkirin
20 îlon, 2023   07:28

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), xelkê Medemiyet Şam ê gundewarê Şamê jineke 70 salî û neviya wê ya 8 salî di hundirê malê de kuştî dîtin.

SOHR′ê da zanîn ku sedemên vê sûcê nehat zanîn.

Serokê Meclisa Medemiyet Şam Mistefa Xetîb ji yek medyayên dîjîtal re axivî û got bûyer duh berêvarê çêbû. Cenazeya jina 70 salî û neviya wê ya 8 salî bi kêran hatine qetilkirin li mala wê ya piştî çerxeriya El Elem-rêya Dariya hatin dîtin.

Li gorî SOHR′ê, ji destpêka îsal ve li herêmên hikumeta Şamê zêdetirî 37 jin hatine qetilkirin.

(fr)