PYD′ê di salvegera xwe ya 20′an de daxuyaniyek da

PYD′ê da zanîn ku ji dema hatiye damezirandin heta niha di oxira birêxistinkirina gel û civakê û pêkanîna pergala nenavendî ya demokratîk li Sûriyeyê û nûnertiya jinan di tevahî aliyan de tê dikoşe, her wiha ji bo xurtkirina pergala parastina rewa tê dikoşe. PYD′ê diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji karên wan ên pêşîn e.

PYD′ê di salvegera xwe ya 20′an de daxuyaniyek da
19 îlon, 2023   19:45

20′ê Îlonê salvegera damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a ku di 2003′yan de hate damezirandin. Bi vê boneyê Meclisa Giştî ya PYD′ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“20′ê Îlonê salvegera damezirandina PYD′ê ye, em hemû şehîdên azadî û rûmetê bi bîr tînin û bi vê boneyê malbatên şehîdan û gelê me bi tevahiya pêkhateyên xwe yên ku rêya berxwedan û têkoşînê pejirand, heta pêkanîna azadî û edaletê pîroz dikin.

Di van rojan de berî 20 salan û di şert û mercên cuda de li ser herêmê û cîhanê, hîn jî em encamên wê qonaxê jiyan dikin, partiya me hat damezirandin û komek ji fikir û prensîbên li gorî şêwaz û stratejiya ku hemûyan tekez dike, ragihand û ji berdewamiyên neteweyî û demokrasî û dozên azadiya jinan û gelê herêmê derdikeve û îradeya wê îcbar kir, di rêya ferzkirina şêwazê netewedewletê ya navendî ku herêm parçekirin bi awayekî ku dijberiya îradeya gelan bike û mafên wê yê dîrokî di destpêka van dozan de doza kurdî ku çareseriya wê bûye mijareke pêwîst û yek ji nexşeyên herî girîng e di qonaxa heyî de, bi tevahiya şert û mercên objektîf û xweser de tekezî bi rola xwe dike ku çareseriya doza kurdî li gorî têgeha neteweya demokratîk tê wateya xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê û aştiya wê. Di encama stratejiya partiya me de, partiya me rastî komek ji siyasetên dijber hat bi hevkariya hevbeş di nava komên neteweperest ên paşverû û pergalên zordar ên navendî ya ku dixwest partiya me ji holê rake, ji destpêka damezirandina wê ku bi sedan ji endamên partiyê xistin nava zindanan û rastî îşkence û tundiyê hatin û gelek jê gihaştin asta şehadetê. Di destpêkê de şehîd Şîlan û hevrêyên wê û heta gihaşt Ehmed Hisên, Osman Dadalî, Îsa Hiso û Xalid Kutê û yên din. Ev hemû hat veghurandin û bûn sedem ji bo berdewamkirina têkoşînê û qebûlkirina çareseriyên siyasî ya ku bingeheke zexm ava dike ji bo biratiya gelan û yekbûna çarenûsê û prensîba jiyana hevbeş. Li ser esasê van berdewamî û stratejiyên têkoşînê partiya me bi xeta sêyemîn di aloziya Sûriyeyê de pabend bû û bi rola xwe ya pêşeng lîst. Bi hêz û partiyên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li gorî peymana civakî ku îradeya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan dike. Ji destpêkê rastiya parastina rewa û mafê gelê şoreşger, rêxistina civakê û sazbûna wê ber bi rêya civakeke exlaqî û siyasî bi pêşengiya jina azad û ciwanên şoreşger.

Partiya me ji destpêka damezirandina wê tê dikoşe, ji bo birêxistinkirina gel û civakê û bidestxistina civakeke exlaqî û siyasî û pêşxistina siyaseta demokratîk û pêkanîna pergaleke nenavendî û demokratîk li Sûriyeyê û xurtkirin û pêşxistina pergala hevserokatiya hevbeş û nûnertiya adilane ji bo jinan di tevahiya waran de. Her wiha tekez dike li ser divêtiya xurtkirina parastinê û parastina rewa xebat bê kirin, ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û her tiştê pêwîst ji bo xurtkirina eniya hundirîn li hember hedefgirtinên li dijî destkeftiyên Şoreşa 1’9ê Tîrmehê û nimûneya çareserkirina demokratîk.

Em di salvegera damezirandinê de tekez dikin ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê bibe kilîta çareseriya aloziya ku cîhan tê re derbas dibe û pergala hegemonîk bi cudahiya şêwaz û encamên xwe, ne tenê herêma Rojhilata Navîn. Her wiha em tekez dikin ku bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan feylesofê neteweya demokratîk û pêkanîna azadiya fîzîkî erkeke exlaqî û nîştimanî ye li ser partiya me û yek ji girîngtirîn xebatên me ye di vê qonaxa hesas de.

Dîsa em tekez dikin ku tevgera şoreşgerî ya Sûriyeyê ku di Adara 2011’an dest pê kir, adilane bû û ji mafê gelê Sûriyeyê ye ku guhertina demokgratîk pêk bê û çareseriya aloziya Sûriyeyê dê li ser rêya siyasî ya li gorî biryara 2254’an û ji vir ve em tekez dikin ku diyaloga sûrî-sûrî û bi pêşengiya Sûriyeyê serkeftin jê re tê nivîsandin. Dema ku temsîla pêkhateyên Sûriyeyê dikin û tu beş jê neyê dûrxistin û di destpêka wan de hêz û pêkhateyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku îsbat kir û her dem îsbat dike ku tu bedeîl tune ye ji bilî biratiya gelan û xebat bê kirin li ser xurtkirina stratejiya dîrokî ya têkiliyên kurdî û erebî û tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê û herêmê.

Careke din em gelê xwe û endamên partiya xwe û alîgirên wê pîroz dikin bi boneya salvegera 20’emîn a damezirandina partiya me û destnîşan dikin ku em tu carî li ser rêya şehîdan venagerin. Û soza me ye ku rêya têkoşînê berdewam bikin heta bidestxistina armanc û nirxên hêja yên ku ji bo wê gihaştin asta şehadetê.”