PDK nahêle malbatên ji Rojava biçin Hewlêrê, malbat jî banga alîkariyê dike

Çar malbatên ji Rojavayê Kurdistanê di navbera seytereyên Topzawa û Dêgele de şev û rojek asê mane û PDK′ê nahêle biçin Hewlêrê.

PDK nahêle malbatên ji Rojava biçin Hewlêrê, malbat jî banga alîkariyê dike
18 îlon, 2023   16:24

Li gorî nûçeya Rojnews′ê, çar malbatên ji Rojavayê Kurdistanê ku hejmara wan ji 20 kesan pêk tê di navbera seytereya Topzawa û Dêgele de asê mane û PDK nahêle biçin Hewlêrê. Heman çavkanî got, malbatan bang li aliyên peywendîdar kirin ku alîkariya wan bikin, ji ber ku ew di nava rewşeke xirab de ne û zarokên biçûk bi wan re hene.

Yek ji kesên di nava van malbatan de hatiye rawestandin Nûrî Reşîd ji Rojnews’ê re got; “Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin me bi neçarî berê xwe da Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê di encama erdheja dijwar de em bê mal man. Tirkiyeyê berê me da Îranê û Îranê jî piştre em şandin kampa Erbet ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê.”

Nûrî got; “Lê li kampa Erbet ji me re hate gotin ku cih di kampê de nemaye û em ber bi Hewlêrê ve şandin. Li seytereya Dêgele em hatine rawestandin û nahêlin em biçin Hewlêrê. Ji ber ku me mafê penaberiyê li Herêma Kurdistanê tune ye, ji bo wê destûr nadin. Ev şev p rojek em li ser cadeyê ne û di rewşeke pir xirab de ne. Lewra em bang li aliyên peywendîdar dikin ku dengê me bibîhîsin, li hewara me bên, me li kampekê yan ji ciheke din bicih bikin. Ji ber ku li vê çolê jiyankirin zehmet e û debar bi dest nakeve.

Her wiha yek ji endamên her çar malbatan Adil Mehmûd got; “Zarokên pitik û biçûk  di nav me de hene û tu tişt nîne bixwin. Zarokên me wê ji birçîna û germayê bimirin. Em li vir asê bûne, tu kes bi hawara me ve nayê."

Mewlîde Silêman ku dayika pitikekî ye diyar kir ku zarokê wê gelek nexweşe û bang kir ku li hawara wan biçin, eger kes bi hewara wan ve neçe wê ji germê û birçan li wê çolê bimirin.