Li dijî avahiya KNK’ê ya li Hewlêrê êriş: Kesekî jiyana xwe ji dest da- HATE NÛKIRIN

Li dijî avahiya Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li bajarê Hewlêrê, êrişeke çekdarî pêk hat û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li dijî avahiya KNK’ê ya li Hewlêrê êriş: Kesekî jiyana xwe ji dest da- HATE NÛKIRIN
18 îlon, 2023   15:33

Li gorî agahiyên ku endamê KNK’ê Şukrûllah Hemed Emîn dane Rojnews’ê, ′′Êrişkar ketiye navenda avahiya KNK’ê û êriş pêk aniye, di encama êrişê de welatiyê bi navê Denîz Cevdet Bulbun ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ye, şehîd bû.′′

Hemed Emîn got; “Îro danê nîvro ku tenê hevalê Denîz Hêvî li navenda KNK’ê bû, êrişkarekê  nenas kete avahiyê, gule berdan hevalê Denîz û di encama êrişê de hevalê Denîz şehîd bû û ji cihê bûyerê reviya. Ev êrişe, kiryareke terorî ye.′′

Di dewamê de da zanîn ku piştî êrişê hêzên ewlekariyê çûne navenda Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, navenda KNK’ê girtine û cenazeyê hevalê Denîz rakirin Tiba Edlî ya Hewlêrê. Her wiha da zanîn ku hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Endamê KNK’ê got; “Em çend endamên KNK’ê wê biçin tiba edlî û agahiyên derbarê çawaniya şehîdbûna hevalê Denîz de bistînin.”