Jinan qanûna malbatê nîqaş kir

Li Reqayê jinan di atolyeyekê de qanûna malbatê nîqaş kir.

Jinan qanûna malbatê nîqaş kir
Jinan qanûna malbatê nîqaş kir
Jinan qanûna malbatê nîqaş kir
Jinan qanûna malbatê nîqaş kir
Jinan qanûna malbatê nîqaş kir
Jinan qanûna malbatê nîqaş kir
Jinan qanûna malbatê nîqaş kir
18 îlon, 2023   14:33

Tevger û rêxistinên jinan têkildarî qanûna malbatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê atolyeyek li bajarê Reqayê li dar xist.

Endamên jinên ên şaredariyên gel ên Reqayê, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kombûna Jinan a Zenûbyayê beşdarî atolyeyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Hevseroka Şaredariya Gel a Reqayê Fehîma Casim qanûna malbatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendin. Qanûn ji 41 bendên girêdayî zewac, cûdabûna jin û mêr û xwedîkirina zarokan pêk tê.

Fehîma Casim anî ziman ku ji be mercên zehmet û aloziya li Sûriyeyê pêwîstî bi pêkanîna wekheviyeke rasteqîn, rêgeza hevjiyana azad û xurtkirina têgeha malbata demokratîk heye.

Fehîma diyar kir ku qanûna malbatê ji piraniya pirsgirêkên civakê yên ku di pêvajoya aloziya Sûriyeyê zêde bûne re çareseriya bingehîn e û got, ji rêxistinkirina têkiliyên ferdên malbatê û diyarkirina û erk û mafên wan re qanûna malbatê tê gotin.

Beşdaran bendên qanûnê nîqaş kirin û girîngiya pêkanîna hevjiyana azad destnîşan kirin.

Ev atolyeya di çarçoveya pêngavekê de hat lidarxistin ku tevger û rêxsitinên jinan bi armanca pêkanîna qanûna malbatê li herêmên ku ev qanûn hîna lê nehatiye pêkanîn, daye destpêkirin. Pêngav wê 3 mehan dewam bike.

(bb)

ANHA