Di roja 3′yemîn de komên nû û govendên nû

6′emîn Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.

Di roja 3′yemîn de komên nû û govendên nû
Di roja 3′yemîn de komên nû û govendên nû
Di roja 3′yemîn de komên nû û govendên nû
Di roja 3′yemîn de komên nû û govendên nû
Di roja 3′yemîn de komên nû û govendên nû
Di roja 3′yemîn de komên nû û govendên nû
Di roja 3′yemîn de komên nû û govendên nû
Di roja 3′yemîn de komên nû û govendên nû
Di roja 3′yemîn de komên nû û govendên nû
18 îlon, 2023   15:46

6′emîn Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî di roja xwe ya 3′yemîn de li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişloyê dewam dike.

Di roja 3′yemîn de komên nû daketin ser dikê û hunerê xwe nîşandan. Koma Viyan Soran a ji Efrînê goveneke taybet bi herêma Agirî ya Serhedê pêşkêş kir ku rola jinan a di civaka kurdan parastina çanda gel de nîşan da. Her wiha koma El Tersax a ermenî ya ji bajarê Hesekê govenda bi navê Zor Haysdan pêşkêş kir ku balê dikişîne ser yekitiya gelê Ermen. Heman komê govenda bi navê Karonî Kotcarî jî pêşandan ku ser komkujiyên rejîma Tirk ên li dijî Ermenan û berxwedana gelê Ermen e. Her wiha govenda bi navê Harî Bar jî pêşkêş kir.

Koma Şehîd Ugab a ji navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê 3 behremên taybet ên navçeyê (Rebeba Erebiye, stranên gelêrî û govenda çopî) pêşkêş kirin. Piştre koma Palmêra ya ji Reqayê û koma Şehîs Sînan a ji Kobanê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de koma Tolhildan a ji Hesekê û koma Şehîd Rêwan a ji Tirbespiyê govendên kurdî pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA