Li balafirgeha çandiniyê ya li Silêmaniyê teqîn

Li balafirgeha çandiniyê ya Erbetê ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê teqînek pêk hat.

Li balafirgeha çandiniyê ya li Silêmaniyê teqîn
18 îlon, 2023   14:27

Li gorî Rojnewsê, li balafirgeha çandiniyê ya Erbetê ya li bajarê Silêmaniyê ya li Başûrê Kurdistanê teqîn pêk hat. Heta niha derbarê teqînê de hêzên ewlekariyê tu daxuyanî nedane. Der barê ziyanên teqînê de jî tu agahiyên zelal nehatine parvekirin.

Li gorî agahiyên hinek çavkaniyan, di encama teqînê de şeş kuştî û birîndar hene lê heta niha tu aliyên fermî yên parêzgeha Silêmaniyê bûyer piştrast nekiriye.