Projeyên qîrkirina rêyan bi dawî dibin

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku projeyên qîrkirina rêyan û hin projeyên din di qonaxên xwe yên dawîn de ne.

Projeyên qîrkirina rêyan bi dawî dibin
17 îlon, 2023   05:44
REQA-EHMED ESAF

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe yên sererastkirin û qîrkirin rêyan û çêkirina rêyên nû dewam dike.

Têkidarî mijarê, çavdêrê Gerînendetiya Rêyên Navendî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî Keleş Xelîf axivî û wiha got: "Desteya Rêveberiyên Herêmî îsal gelek proje dan destpêkirin; rêya Embara bi dirêjahiya 10 kîlometre di destpêka Tîrmehê de da destpêkirin. Ev rê Qamişlo û rêya M4′ bi hev ve girê dide."

Xelîf wiha domand: "Xebatên qîrkirina rêyên Reqa-Hesekê (Rêya Selam) beriya 2 salan dest pê kiribû, dewam dikin. Niha jî rê di qonaxa dawîn de ye. Çaverê ye projeyên girêdayî rê, mîna xendekên baranê, boyaxkirin, rawestgeh û îşaretên rêyan dest pê bikin.”

Xelîf destnîşan kir ku îsal gelek projeyên nû dest pê kirine, piranî proje sererastkirina rêyên kevin in; mîna rêya M4-Kevir Spî.

Xelîf aşkera kir ku rê bi dirêjahiya 27 kîlometre tê qîrkirin.

Li gorî Xelîf rêya ji Reqayê heta Dêrazorê bi dirêjahiya 100 kîlometre, niha kortên wê tên tijîkirin. Dûre dê bi dirêjahiya 35 kîlometre were qîrkirin. Dê rê sala bê were temamkirin.

Xelîf anî ziman ku niha xebat li ser van rêyan tên kirin; rêya Bendava Tişrîn Ebû Qelqel bi dirêjahiya 24 kîlometre, rêya Mehmûdlî û Bîr Sîna bi dirêjahiya 30 kîlometre ku dikeve xizmeta kampa Mehmûdlî, Reqa û herêma Firatê bi hev ve girê dide. Her wiha rêya Reqa-Hezîme bi dirêjahiya 10 kîlometre tê qîrkirin û çaverê ye di demeke pêş de bi dawî bibe.

Xelîf wiha dawî li gotina xwe anî: "Komîteyên şopandinê yên ji gelek endazyaran pêk tên, van projeyan dişopînin.”

(fr)

ANHA