Li Yemenê ji ber lehî û brûskan 8 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji ber lehî û bahozên birsûkê li parêzgeha Hudeyde ya li ser Deryaya Sor a Yemenê 7 jinan û mêrekî jiyana xwe ji dest dan.

Li Yemenê ji ber lehî û brûskan 8 kesan jiyana xwe ji dest da
16 îlon, 2023   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hin dezgehên çapemeniyên ku xwe spartin çavkaniyên tenduristiyê, ji ber bahoza brûskê li gerînendetiyên El Lehiye û El Zehra 6 jinan û mêrekî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Ji ber lehiyan jî jinekê jiyana xwe ji dest da û bi dehan mal wêran bûn.

Rêxistina Navneteweyî hişyarî da ku îhtimal heye bahozên birûskê di çend rojên bê de pêk werin. Ev jî li ser şivanan li seranserî Yemenê xetere ye.

(şx)