Yek Par; destkeftiyeke hunerî ya şoreşê

Şagirtên Akademiya Şehîd Yekta Herekol li hev civiyan û komek çêkir. Dûre jî navendeke çand û hunerê vekirin. Di navendê de zarok fêrî muzîkê dibin.

Yek Par; destkeftiyeke hunerî ya şoreşê
Yek Par; destkeftiyeke hunerî ya şoreşê
Yek Par; destkeftiyeke hunerî ya şoreşê
Yek Par; destkeftiyeke hunerî ya şoreşê
Yek Par; destkeftiyeke hunerî ya şoreşê
Yek Par; destkeftiyeke hunerî ya şoreşê
Yek Par; destkeftiyeke hunerî ya şoreşê
Yek Par; destkeftiyeke hunerî ya şoreşê
17 îlon, 2023   06:20
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Yek ji berhemên Şoreşa 19`ê Tîrmehê jî Koma Yek Par e. Ev kom li ser fikra hin muzîkjen, sînemager û stranbêjan di 2021`an de li Qamişloyê hat avakirin. Endamên komê di sala 2015`an de ji Akademiya Şehîd Yekta Herekol a Çand û Hunerê der çûne.

Koma Yek Par ne tenê konseran li dar dixe, di heman demê de bi dehan zarokan fêrî amûrên muzîkê kirine ku berhemeke wan jî Orkestra Zarokan a Rojava ye. Kom ji 8 mamosteyên muzîkê pêk tê.

Di 11’ê Tîrmehê de Koma Yek Par ji bo berfirehkirina xebatên xwe navendeke çand û hunerê bi navê xwe li taxa Xerbî ya Qamişloyê vekir.

Muzîkjen û stranbêjên komê li navendê dersên muzîkê didin. Navend kesên 6 salî heta 60 salî pêşwazî dike.

Ji damezirînerên Koma Yek Par û mamosteyê muzîkê Kawa Kalê yê ji navçeya Serêkaniyê, xewna wî ya ku bibe mamosteyê muzîkê, di şoreşê de pêk hat. Kawa Kalê got wan xwest di şoreşê de çanda gel geş bikin û ji bo pêkanîna armanca xwe bêhtir balê bikişînin ser zarokan.

Navend bêhtir bi zarokan re mijûl dibe. Kawa Kalê li ser vê yekê got: “Dema tu amûrên muzîkê ji zarokan re lê didî, dil dikin bikevin nava wan amûran. Hem psîkolojiya zarokan rehet dibe, hem jî kûrbûnekê dide lêhûrbûna wan, lewma jî dikare jêhatîtir be.”

Tembûrvan û mamosteyê tembûrê yê Navenda Yek Parê Diyar Osman jî ji bajarê Hesekê ye û hê 24 salî ye. Ji 14 saliya xwe ve li tembûrê dide. Dibêje yek ji projeyên ku wan daniye pêşiya xwe amadekirina materyalên dibistanên seretayî ye.

Diyar Osman got: “Dil û tembûr hev digirin, bingeheke ji bo dengê stranbêjan. Dengê ku tê strandin heke bê tembûr be, ji bo min wekî guhdar nexweş tê.”

Navend amadekariya pêkanîna projeyên şevbuhêrkên hunerî û lidarxistina konseran dike. Li kêleka vê yekê jî ji bo 120 zarokên bi nexweşiya pençeşêrê ketine, fîlm û şanoyan pêşkêş dikin, her wiha stranan li wan didin guhdarkirin.

Her wiha Yek Par amadekariyên vekirina perwerdeya şêwekarî û govendê jî dike.

ANHA