​​​​​​​Panorama Hefteyê: Îtîlafê Sûriyeyî bi çavê endamên berê komeke çetegeriyê ye

Hilbijartinên Îtîlafa Sûriyeyî, xwepêşandanên li Siwêda, rewşên Iraqê û ragihandina korîdoreke ya nû ya aboriyê bûbûn rojeva rojnameyên erebî yên hefteya borî.

​​​​​​​Panorama Hefteyê: Îtîlafê Sûriyeyî bi çavê endamên berê komeke çetegeriyê ye
17 îlon, 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎTÎLAFA SÛRIYEYÊ WEFAT KIR

Rojnameya El Ereb bi sernava ′ Îtîlafa Sûriyeyê wefat kir′  nivîsek weşand.  Di nivîsê de  hat gotin, serokê berê yê qaşo ′Îtîlafa Sûriyeyê′ Ehmed El Xetîb ragihand ku ′Îtîlafa ku muxalif bû′ wefat kir û sedema vê spart ′′Nakokî û şerê navxweyî yên di navbera pêkhateyên îtîlafê de ku biryar û hilbijratinên wê ji aliyê Tirkiyeyê ve têne birêvebirin.′′

Rojnameyê li ser zimanên çavkaniyan sedama rewşa heyî ya ′îtîlafê′ spart şaştiyên wê yên berê ku komî ser hev bûne.  Li gorî rojnameyê şaştiyên sereke yên bûn sedem ku ′îtîlaf ′ bighêje vê rewşê ew e ku biryara xwe ya siyasî ji dest daye û li gorî plana Tirkiyeyê tev digire ku dixwaze rêvebirina xwe ya li herêmên bakurê Sûriyeyê yên di bin kontrola wê de rewa bike. Her wiha hate gotin, piraniya endamên  ′îtîlafê′ ji ber ku li Tirkiyeyê ne nikarin vê planê red bikin. Li gorî rojnameyê hin endamên berê yên ′îtîlafê′ gotin ew bûne komeke siyasî ya çete ku li gorî berjewendiyên dewleta Tirk tenê dixebite.”

BERFIREHBÛNA XWEPÊŞANDANÊN LI SIWÊDAYÊ ŞAMÊ DIXE ŞERMÊ

Rojnameya El Quds El Erebî nûçeyek bi sernavê “Berfirehbûna xwepêşandanên li Siwêdayê Şamê dixe şermê” weşand.

Rojnameyê diyar kir ku ji ber xwepêşandana herî mezin a li parêzgeha Siwêdayê ku piraniya xelkê wê durzî ne, hikumeta Şamê bi zextekê re rû bi rû ye. Her wiha hate gotin, serokatiya rûhanî ya durziyan roja înê ragihand ku dê serhildan berdewam bike, heta ku rejîma Şamê bikeve û çareserî ji aloziyên aborî û debarê re pêk werin.

′DI NAVBERA EL SEDIR Û ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ DE ŞEREKÎ SINIRAN′

Rojnameya Şerq El Ewsat manşetek bi sernavê ′Di navbera El Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê de şerekî siniran′ da. Li gorî nivîsê, di navbera Çarçoveya Hemaheniyê û hevrikê wê Muqteda El Sedir de şerekî siniran li ser beşdariya El Sedir di hilbijartinên meclisên parêzgehan de heye.

Rojnameyê diyar kir ku Tehran bi fikar e ku Çarçoveya Hemageniyê bi tenê li ser desthilatê bimîne û got, rewşeke wiha dê Çarçoveya Hemahengiyê di krîza niha de bihêle. Her wiha di nivîsê de hate gotin, pêketina şerekî li Kerkûkê di bin sîwana hikumeta Çarçoveya Hemahengiyê de dê serkeftinê ji El Sedir re bîne û dê rê li ber bidawîkirina projeya Çarçoveya Hemahengiyê veke.

′KORÎDORA ABORÎ YA NÛ GEFAN LI AKTÎFBÛNA ÎNSIYATÎFA KEMBERÊ Û RÊYA ÇÎNÊ DIXWE′

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê ′Korîdora aborî ya nû gefan li însiyatîfa kemberê û rêya çînê dixwe′ nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku li gel hevrikiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Çînê li gelek aliyan de ev gaveke din pêk hat û di lûtkeya G20 de ya li Hindistanê li dar ketiye Çînê aciz kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku hevrikiya jeosiyasî di navbera Hindistan û Çînê de zêde bû. Bi taybet dema Hindistanê di lûtkeya G20 de korîdora nû yak u herêmên oqyanûsa Hindê û Hadî bi Rojhilata Navîn û Ewropayê ve girê dide, pêk hat. Ew yek jî pêşeroja aktîfbûna însiyatîfa kemberê û rêya Çînê dixe cihê hevrikî û gumanê. Li gorî rojnameyê dê korîdora aborî têkiliyên bazirganî di navbera Washingtonê li Rojhilata Navîn bi New Delhi re li şûna Pekînê xurt bike.