Kongra Star a Lubnanê banga piştgiriya vîna gelên serhildêr kir

Kongra Star a Lubnanê salvegera yekemîn a qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û destpêkirina serhildana “Jin, jiyan, azadî” bi bîr anî û siyasetên desthilata Îranê li dijî jinan şermezar kir. Her wiha kongrayê banga piştgiriya vîna gelên serhildêr kir

Kongra Star a Lubnanê banga piştgiriya vîna gelên serhildêr kir
16 îlon, 2023   19:31
BEYRÛT

Serhildana “Jin, jiyan, azadî” li Îran û Rojhilatê Îranê berdewam e piştî ku di encama qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî bi destê polîsa exlaqê ya Îranê di 16`ê Îlona 2022`yan de dest pê kir. Tevî kuştin, girtin û darvekirina xwepêşandêran, lê xwepêşandan berdewam kirin. Vê dawiyê bi rasthatina salvegera yekemîn a serhildanê, fişarên li ser çalakvanan zêde bûn nemaze çalakvanên jin. Berxwedana jinan li hember pergala Îranê berdewam e.

Di vê çarçoveyê de, Kongra Star a Lubnanê daxuyaniyek da. Endama Desteya Rêveberiya Weqfa Newroz a Çandî û Civakî Nesrîn Bero xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Jîna Emînî sembola têkoşîn û guhertinê ye ji ber ku li tevahî bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildan li dar ketin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pergala Melalî hîna siyasetîn nijadperestiyê û înkarkirinê dimeşîne, bi rasthatina salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî re, tirsê belav dike. Ji bo ku derbe li vîna jinên leheng û azad bide.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku Jîna, mînaka şikandina bendan û qeydên koletiyê bû.

Di dauxyaniyê de bang li gelê Kurd û tevahî gelên Îranê, hêzên siyasî, nîştimanî û rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên hiqûqî û jinan hate kirin ku piştgiriya vîna gelên serhildêr ên Îranê bikin ji bo ku azadî bi pêşengiya jinên têkoşer pêk were.

(şx)