ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-9-2023
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-9-2023](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202309/194957_.jpg)
Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê şermezar kirin û got ew ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Di encama êrişên sekvaniyê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û topbarankirina herêmê de, xelkê bakurê bajarê Minbicê nikarin jiyana xwe ya asayî bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Endama KJAR`ê Medya Rojhilat diyar kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gav paşde neavetine xwe ji bo çalakiyên nû amade dikin û got: ′Dewleta Îranê ji bo pêşîgirtina li çalakiyan dixwaze êrişekê pêk bîne.” (BI WÊNE)
Hilbijartinên Îtîlafa Sûriyeyî, xwepêşandanên li Siwêda, rewşên Iraqê û ragihandina korîdoreke ya nû ya aboriyê bûbûn rojeva rojnameyên erebî yên hefteya borî. (BI WÊNE)
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku projeyên qîrkirina rêyan û hin projeyên din di qonaxên xwe yên dawîn de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şagirtên Akademiya Şehîd Yekta Herekol li hev civiyan û komek çêkir. Dûre jî navendeke çand û hunerê vekirin. Di navendê de zarok fêrî muzîkê dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Di encama dorpêça hikumeta Şamê de, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê nizanin ku dê mazota germkirinê li wan bê belavkirin yan na. Her sal di destpêka zivistanê de heta mazot belav dibe, wisa berdewar dimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê fermandarê YPJ`ê Îman Derwîş (Şervîn) li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê oxir dikin saet di 10:00`an de
Şêniyên herêma Firatê cenazeyê şervana YPJ`ê Canda Cûdî li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir dikin. Her wiha şêniyên Minbicê sersaxî didin malbata şehîd Nûcan Ocalan saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
PYD`ê şaxê Til Hemîsê ya kantona Qamişlo li gel rûspiyên ereb ên navçeyê civînekê li navenda çandî li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
PYD`ê komxebat 2`yemîn a sûriyeyî bi navnîşan “Stratejiya dîrokî ya têkiliyên kurdî-erebî li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan” li hola El Erd El Seîde ya Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Xiyaneta Barzanî tune bikin û canga azadiyê ser bixin” xwepêşandanekê li herêma 7 Kîlo ya rojavayê Dêrazorê li dar dixe sate di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Yekitiya Jinên Êzidî û Kongra Star a kantonên Efrîn û Şehbayê têkildarî rola jinan di şoreşên cîhanê û pêşerojê panelek li hola Axîna Welat a navçeya Fafînê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendê bi tevlêbûna komên tevahî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li Navenda Aram Tîgran a li Rimêlanê berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêniyên navçeya Dirbêsiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan derdikevin xwepêşandanê saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê, bi merasîmekê cenazeyê Rojda û Sîpan li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir dikin saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)