Berhema pîvazê li Şehbayê gihaşt 25 hezar tonî

Çandina pîvazê îsal li kantona Şehbayê tevî dorpêçê, rêgeza xwetêrkirinê pêk anî. Hilberîna salane gihaşt zêdetir 25 hezar tonî.

Berhema pîvazê li Şehbayê gihaşt 25 hezar tonî
Berhema pîvazê li Şehbayê gihaşt 25 hezar tonî
Berhema pîvazê li Şehbayê gihaşt 25 hezar tonî
Berhema pîvazê li Şehbayê gihaşt 25 hezar tonî
15 îlon 2023   07:14
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Kantona Şehbayê bi çandina pîvazê navdar e. Yek ji berhemên herî girîng li kantonê ye ku rêgeza xwetêrkirinê ya kantonê pêk tîne. Her wiha jêdera sereke ya xelkê herêmê ye ku li rûbarên 500 heta 700 hiktarî tê çandin.

Li gorî hevserokê Komîteya Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Basim Osman berhema her hiktarekê di navbera 30 heta 70 ton de ye. Her wiha aşkera kir ku heke li gor bernameya çandiniyê ya semad û avdanê bê meşandin, hin caran berhema her hiktarekê digihêje 70 ton.

Li kantonê 2 cureyên pîvazê tên çandin; fransî û sêvî. Pîvaz avî tê çandin, destpêkê ax tê dûzkirin, tê ajotin û xet tê çêkirin. Piştî erd hazir bibe, pîvaz li ser du qonaxan tê çandin.

Her wiha pîvaz di zivistanê de jî di Çileyê de tê çandin. Ev cure di Tebaxê de tê berhevkirin. Pîvazê ji cureya sêvî jî di Îlonê de tê çandin û di Gulanê yan jî Hezîranê de li gor rewşa avhewayê, tê berhevkirin.

Îsal ji bo çandina pîvazê baş bû tevî zehmetiyên ku pêşiya cotkaran derdikevin ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantonê. Li gor hevserokê Komîteya Çandiniyê rojane bi dehan ton pîvan dişînin tevahî bajarên Sûriyeyê.

Basim Osman diyar kir ku hilberîna salane ya pîvazê li herêmê digihêje zêdetirî 25 hezar ton û got: “Îsal me 2 hezar ton tov li cotkaran belav kir.”

Osman îşaret bi astengiyên li pêşiya cotkaran derdikevin kir û wiha domand: “Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê ku nahêle semad û sotemenî derbasî herêmê bibin, yek ji zehmetiyên herî mezin e ku li pêşiya cotkaran derdikevin.”

Buhaya semadê turikê 50 kîloyî yê Yorya û Super Fosfat zêdetirî 40 dolarî ye yan derdora 650 hezar lîre ye. Lîtreya mazotê jî 12 hezar lîre ye.

Osman da zanîn ku di dewreya çandiniyê de ji bo avdana her hiktarekê pêwîstî bi 15 bermîlên mazotê heye.

Osman aşkera kir ku li gor sala borî, îsal baştir e ji ber ku avhewaya îsal ji bo çandiniyê guncew bû û wiha anî ziman: “Li herêmê û tevî dorpêçê, çandina pîvazê rêgeza xwetêrkirinê pêk anî. Miqdarên mezin hinartine derveyî herêmê.”

(şx)

ANHA