Banga avakirina eniyeke yekbûyî li tevahiya Sûriyeyê hat kirin

Berpirsê Têkiliyên Giştî yên ‘Meclisa Idliba Kesk’ bang li gelê Sûriyeyê yê li deverên dagirkirî kir ku xwe bi rêxistin bikin. Her wiha teqezî bi girîngiya avakirina eniyeke yekbûyî ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk da.

Banga avakirina eniyeke yekbûyî li tevahiya Sûriyeyê hat kirin
4 tebax 2024   09:16
REQA
ENES MIHEMED

Li deverên dagirkirî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, xwepêşandan û serhildanên gel li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmê didomin.

Di çend hefteyên borî de piştî ragihandina nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker ji hikumeta Şamê, ew xwepêşandan zêde bûn.

Tevî ku ew xwepêşandan rastî zordariya leşkerî tên ku xwepêşandêr tê de tên revandin û îşkencekirin, lê dîsa jî xwepêşandan li Bab, Ezaz û Idlibê didomin.

Ji bo ku xwepêşandêr bikarin bigihêjin armanca xwe û ji xeta serhildana Sûriyeyê ya 2011'an dernekevin, berpirsê Têkiliyên Giştî yên Meclisa Idliba Kesk Ehmed El Şewa banga yekbûnê kir.

El Şewa diyar kir ku pêwiîstiyeke mezin bi avakirina eniyeke yekbûyî heye û têkilî bi hêzên nîştimanî yên li deverên din ên Sûriyeyê re werin kirin.

El Şewa bang li xwepêşandêran kir ku ji bo peydakirina çareseriyeke guncaw ji bo vê krîzê û rêgirtina li ber destwerdanên ji derve, di serî de dewleta Tirk a dagirker, pêwistî bi têkiliya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re heye.

El Şewa piştgiriya xwe ji xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re nîşan da. Her wiha piştgirî da helwesta hêzên demokratîk ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

El Şewa destnîşan kir ku diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî ya di navbera hemû aliyên seranserî Sûriyeyê de, rêya tekane ya çareserkirina krîzê ye.

(mh)