Tevgera Misirê ya pêşîgirtina tesbîtkirina Tirkiyeyê li Lîbyayê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yê vê sibehê behsa hewldanên Misirê yên pêşîgirtina her desteka Tirkiyeyê ji Lîbyayê re di karesata lehiyê de, rewşa Yemen û Sûdanê kir.

Tevgera Misirê ya pêşîgirtina tesbîtkirina Tirkiyeyê li Lîbyayê rojeva rojnameyên erebî ye
15 îlon 2023   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Misir tev digere da ku pêşî li tesbîtkirina hebûna Tirkiyeyê li rojhilatê Lîbyayê bigire′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku alîkariyên Misirê yên mezin ji bo rojhilatê Lîbyayê ji bo rê li pêş Tirkiyeyê di karesata Danîalê de bigire ku xwe li herêma rojhilatê Lîbyayê fireh neke.

Rojnameyê da zanîn ku di navbera rojhilatê Lîbyayê û Misirê de têkiliyên xurt hene, lê destwerdana Misirê ya balkêş bi taybet di rewşên aborî yên zehmet de ku Qahîre tê re derbas dibe peyameke siyasî ye ku rojhilatê Lîbyayê herêmeke serweriya Misirê ye û Qahîre nahêle hevrikên wê derbas bibin. Bi taybet dewleta Tirk a ku ji saetên destpêkê ve hewl dide alîkariyan û tîmên rizgariyê bişîne.

Endamê Komîteya Parastinê û Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Nûneran a Misirê lîwa Yeya Kedwanî ji rojnameyê re got tevgera Qahîreyê ji bo alîkariya Lîbyayê siyaseteke dirust ji aliyê hikumeta Misirê ve da ku ewlehiya neteweya ya Lîbyayê biparêze û alîkariyên hatine pêşkêşkirin beşek ji tevgera giştî ya pêşîgirtina dewleta Tirk e, da ku di bin perdeya mirovî de xwe li rojhilatê Lîbyayê îsbat neke.

′ŞANDEYEKE ′ENSARULLAH′ LI EREBISTANA SIÛDÎ YE′

Rojnameya El Exbar a Lubnanê li ser serdana weliyê ehdê Siûdiyê Mihemed Bin Selman diyar kir ku ew serdana ′taybet′ û ji nişka ve ji Seltenet Emanê re bû. Tu kesî texmîn nekir ku pêşdeçûnên di dosyaya Yemenê de ew qas lez ber bi çareseriyê ve biçin.

Rojnameyê da zanîn ku şandeyeke ji tevgera ′Ensarullah′ şeva berê berê xwe da Riyadê a ku lihevkirina li ser jinûve berhemdana petrolê û serfkirina mûçeyên karmendan îmze bike. Ew yek deriyekî fireh li pêş çareseriyên siyasî ji bo krîzê vedike.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Yemenê aşkera kir ku çareserî bi serdana şandeya Amerîkayê Tim Lenderking ji Seltenet Emanê re dest pê kir. Emaniyan cara yekemîn guhdarî wî kir û Tim Lenderkin diyar kir ku Washingtonê çareserkirina pirsgirêka mûçeyan red nake.

′HÊZÊN PIŞTEVANIYA LEZGÎN LI SÛDANÊ NÎŞANEYÊN AVAKIRINA DESTHILATÊ LI HERÊMÊN XWE DAN′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Sûdanê diyar kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn gef xwarin ku ew dikare li herêmên di bin serweriya xwe de desthilatê ava bike.

Li gorî rojnameyê, tîma fermandarê Hêzên Piştevniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo got dê hêzên wan şêwirên ji bo avakirina desthilateke sivîl li herêmên di bin serweriya wê de dest pê bike, ew jî ger fermandarê artêşê Ebdulfetah El Burhan di hewldanên ′îdiayên rewabûna derew′ de dewam kirin.

Li gorî rojnameyê, Deqlo got avakirina hikumetekê navenda wê li Bortesûdanê be ji hêla El Burhan ve, tê wateya ku 2 alî li herêmên cuda li welatekî serwer in.

(fr)