Kongra Star: Şoreşa ′Jin, Jiyan, Azadî′ serhildana me tevan e

Kongra Star jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bi bîr anî û got, "Şoreşa ′Jin, Jiyan, Azadî′ serhildana me tevan e. Ji lew re divê em bi hev re tev bigerin, xwe rêxistin bikin heta bigihînin serkeftinê."

Kongra Star: Şoreşa ′Jin, Jiyan, Azadî′ serhildana me tevan e
15 îlon 2023   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî û serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji qada Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em têkoşîna jin û tevahî kesên ji salekê ve li dijî çewisandin û tundiyê li qada Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne, silav dikin.

Saleke di ser serhildanê re derbas bû. Tevahî gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi vîn û lehengiyeke bêhempa li dijî rejîma desthilat a Îranê û rejîma baviksalarî ku qanûnên xwe bi rêbazeke tundî li dijî gelê serhildêr pêk tînin, serî hildidin.

Qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya beriya salekê bû çirûska pêxistina agirê hêrsa gel û veguherî daxwaza azadiyê. Ev serhildana gel li Kurdistanê dest pê kir û bû serhildaneke girseyî ya demokratîk û azadiyê li tevahî Îranê. Di merasîma Jîna Emînî de banga diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" ku diruşma tevgera jinan li Kurdistanê ye û di Şoreşa Rojava de jî hate bilindkirin bû diruşma serhildana biskan. Ev ne cara yekemîn e ku şênî û gel li dijî rejîma Îranê serî hildidin. Lê ev ne cara yekemîn e ku gel bi serkêşiya jinan banga azadiya jinan û pêkanîna demokrasiyê li Îranê dike.

Salek e û em dibînin jinên pêşengî bi hemû rengên berxwedanê li qadan in, çalakiyên xwe bi hêrs, lehengî û afrînerî li dar dixin û banga serhildanê dikin. Bi rêya van çalakiyan ew lehengî û morale didin tevahî gelên azadîhez ên li Rojhilatê Kurdistanê, Îran û tevahî cîhanê.

Ji zêdetirî 40 salî ve rejîma Îranê gel diçewisîne, tu guhartin û veguherînê qebûl nake û red dike. Ji lew re bi tundî êrişî serhildanên gel dike. Dîrokê îsbat kir ku çeksazî ne çareserî ye, ji ber ku ev rejîma heyî li ser bingeha çewisandina jin û civakê hate avakirin. Ji lew re guhartin dê bi wêrankirina wê pêkan be.

Bi destpêka serhildanê re, rûyê reş ê rejîma Îranê ya baviksalarî, faşîst û desthilat li pêş cîhanê derket. Bi destpêkirina serhildan û heta niha bi sedan kes li ser destên hêzên Îranê hatine qetilkirin û bi hezaran hatin girtin û bi sedan hatin darvekirin. Li dibistanan xwendekarên keç hatin jehrîkirin, li girtîgeha Evîn şewat hatin çêkirin. Heta îro jî rejîma Îranê bi tundî êrişî gel dike.

Jinên pêşengiya serhildanê dikin tên girtin û qetilkirin. Hewl didin dengê jinan qut bikin, mîna girtina rojnamegera ku merasîma Jîna Emînî şopandiye. Ruxmî tevahî kiryarên zextê û êrişan gel bi coş, lehengî li ber xwe dide, desthilat û binyada rejîmê dihejîne. Daxwaza sereke ya ku gel pê serî hildide′azadiya jinê′ ye. Gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet jin rejîma desthilata Îranê red dikin û bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" desthilatê dihejînin. Mîna rêberê gelan, Rêber Abdullah Ocalan gotiye: ′Heta jin azad nebe civaka azad nabe′. Ji lew re gelê Kurdistan û Îranê dest bi meşa azadiyê ji bo jin û tevahî gelan kir.

Diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ ku îlhama xwe ji felsefeya Rêbertî wergirtiye, xwedî dîrokeke dirêj e û ev felsefe bû şopa têkoşîna jinan a ji bo avakirina civakeke azad. Şehîd Şêrîn Elem Holî di 9′ê Gulana 2010′an li ser dîwarên girtîgeha xwe ya li girtîgeha Evîn tevî 3 hevrêyên xwe diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ nivîsand. Bi rihê berxwedana şehîd Şêrîn û hevrêyên wê niha şoreşeke bi heman diruşme û pêşengiya jinan dest pê kiriye.

Rejîm hewl didin welatiyan bi darê zorê bitirsîne û hewl didin bi rêya qutkirina torên enternetê dengên wan qut bike. Gel ji piştgiriya serhildanê bê par bike. Heta roja îro rejîma tundiya xwe li ser gelê Îranê dewam dike. Lê fedakariyên gel, lehengî û berxwedana wî xwedî bandoreke mezin bû û divê tevahî vê yekê bibînin û li kêlek vî gelî bisekinin.

Em bang Ii tevahî jinên rêxistinan û azadîxwazan dikin ku destekê bidin û têkoşîna li dijî rejîma Îranê mezin bikin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên şehîdên serhildanê re dixwazin.

Em salvegera yekemîn a serhildanê pîroz dikin û soza xwe ku sedsala 21′an bibe sedsala şoreşa jinan nû dikin.

Şoreşa ′Jin, Jiyan, Azadî′ serhildana me tevan e. Ji lew re divê em xwe bi rêxistin bikin heta serketinê pêk bînin."

(fr)