​​​​​​​Siyasetmedarek: QSD`ê tevahî planên Tirkiyeyê bi bin xistin û fitne têk bir

Endamê Têkiliyên Giştî ya Meclisa Idliba Kesk Ehmed El Şewa got QSD`ê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî projeya Rêveberiya Xweser, ewlehî û aramiya herêmê têk birin.

​​​​​​​Siyasetmedarek: QSD`ê tevahî planên Tirkiyeyê bi bin xistin û fitne têk bir
15 îlon, 2023   02:06
REQA-MIHEMED XELÎL

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Idliba Kesk Ehmed El Şewa got: “Êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker, propagandaya hatiye kirin, heta bigihêje êrişa leşkerî û hewldanên derxistina fitneyê li Dêrazorê, bi gefên daîm ên dewleta Tirk ên li dijî projeya demokratîk a herêmê ve girêdayî ne.”

El Şewa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dema nekarî bi amûrê û dezgehên çapemeniyê fitneyê li herêmê derxist, berê xwe da rêbazeke nû û wiha domand: “Ji ber wê êriş Girê Spî, Serêkaniyê, Eyn Îsa û Minbicê kir. Tirkiye, her tim armanc dike bêîstîqrariyê li herêmê derxe ji bo ku ewlehiya herêmê têk bibe.”

Her wiha El Şewa wiha anî ziman: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya xelkê herêmê, fitne, tevahî komployên li dijî herêmê, êrşa leşkerî ya hovane li dijî herêmê bi rêya du mijaran têk birin, a yekê bi fitneyê nehatin xapandin, ya din li ser tevahî astan hevgirtî bûn.”

El Şewa ev li gotinên xwe zêde kir: “Me mînaka girêdana bi axê û parastina destkefiyan dît. Li rex wê, bi fitneyê nehatin xapandin ku faktora komployê têk bir a ku hin aliyên dijberî projeya me xwestin pêk bînin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker

Têkildarî serkeftina operasyona QSD`ê El Şewa got: “Serkeftin wisa ji valahiyê nayê. Bi destxistina serkeftinê di demeke rekor de nîşan dide hişyariyek heye ku sazî, partî, kesayetên nîştimanî û pêkhateyên êlî bi pêş xist û teqezî bi hevgirtina tevna civakî û ciherengiya şaristanî û çandê ya pêkhateyên gelê me, kir.”

El Şewa balkişand ser fedakariyên QSD`ê yên di oxira parastina herêmê, bersivandina êrişên derve yên dewleta Tirk û çeteyên wê û têkbirina planên aliyên hundirîn li Dêrazorê û tunekirina fitneyê de, kirine û got: “Projeya Rêveberiya Xweser, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xwedîderketina gel li wan, rewşeke bêhempa ye ku dikare bibe tovika projeya çareseriyê ya Sûriyeyê.”

(şx)

ANHA