​​​​​​​Werza mûnetê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi amadekirina mûnetê kir. Ev adet jî adeteke kevin a herêmê ye ku her kes li gor pêdivî û derfetên xwe mûnetê amade dike.

15 îlon, 2023   04:35
QAMIŞLO – BESNE ŞEMO

Welatiya bi navê Ayşe Ehmed (50) her sal wek vê demê dest bi amadekirina mûnetê ji bo zivistanê dike; nexasim ji ber erzanbûna kelûpelan di vê demê de û kêmpeydabûna wê û bihabûna wê di zivistanê de.

Ayşe wek piraniya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê odeyeke ji bo parastina mûnetê di mala xwe de odeyeke veqetandiye û navê mala mûnetê lê kiriye.

Ayşeya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo dijî, cûreyên rengereng ên mûnetê wek penîr, mekdûs, dimsê firingî û yê îsotê, lîçer û tirşo amade dike. Her wiha sebze û fêkiyên hişkkirî wek bacan, îsot, bamî, milûxiyê, hejîr û mûj û cûreyên din amade dike.

Ayşe diyar kir ku amadekirina mûnetê adeteke kevin e û ji ajansa me re got: “Me ev adet ji bav û kalên xwe girt û ew êdî bûye adeteke civakî ya berî sed salan.”

Ji ber ku Aşye her sal miqdarên mezin ên mûnetê çêdike, miqdara zêde li sûkên difroşe. Têkildarî wê Ayşe got: “Şênî bi dilekî xweş mûnetê ji min dikirin ji ber ku dizanin bi destekî paqij hatiye çêkirin û tamxweş e.”

Xurekên mûnetê û yên hişkkirî ji bo demeke dirêj dimînin, berovajî yên çêkirî, cemidî û konsirwa ne ku qîmeta xwe ji dest didin.

(mh/şx)

ANHA