​​​​​​​Ji Hesekê heta Siwêdayê: Em piştgirî didin şoreşa bi pêşengiya jinan

Jinên kantona Hesekê piştgirî dan jinên Siwêdayê û her şoreşekê bi pêşengiya jinan. Her wiha teqezî bi girîngiya hevgirtinê ji bo pêkanîna armancan kir.

​​​​​​​Ji Hesekê heta Siwêdayê: Em piştgirî didin şoreşa bi pêşengiya jinan
15 îlon, 2023   03:22
HESEKÊ – SÎBELCAN SELMAN

Ji destpêka xwepêşandanên Siwêdayê yên 20'ê Tebaxa borî ve, jin bê rawestîn beşdarî xwepêşdanan dibin û banga mafên xwe yên rewa û çareseriyeke siyasî dikin ku mafên wan biparêze.

Rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ji jinên Siwêdayê re nîşan da û banga pêşkêşkirina alîkariyê ji bo wan kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Xalîde Botî got: "Ev şoreşa ku êdî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî seranserî cîhanê bûye şoreşa jinan e. Ev şoreşa ku têkoşîna wê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînordar nema, lê belê li seranserî cîhanê bû mînakeke zindî."

Xalîde bang li jinên cîhanê di serî de jinên Sûriyeyê kir ku têkoşîn û berxwedana xwe li dijî pergalên zordest bidomînin û got: "Divê jinên Sûriyeyê bi yekrêziyekê li dijî pergalan serî hildin ku dengê jinan bi hemû rêbazan tune dikin da ku bigihîjin azadiye xwe."

Endama Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Cumene Ubêd wiha axivî: "Ji bo ku destkeftiyên şoreşa jinan bi ser bikeve, divê armancên hemû jinan yek bin. Ji bo ku pêkanîna hêviyên xwe misoger bikin, divê xebat bikin."

Cumene ji ajansa me re destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî daye şoreşa Siwêdayê û her şoreşekê bi pêşengiya jinan û got: "Em ê bi hemû jinên azadîxwaz re bibin yek ku li hember pergalên kapîtalîst li ber xwe didin û banga azadiya xwe dikin."

(mh/şx)

ANHA