Têkiliyên Ermenistan û Rûsyayê paşketin

Ji ber têkiliyên wî yên vekirî û veşartî yên bi bi rayedarên Yekitiya Ewropa, Tirkiye, Fransa û Azerbaycanê re, têkiliyên serokwezîrê Ermenistanê û Rûsyayê paşketine.

Têkiliyên Ermenistan û Rûsyayê paşketin
13 îlon, 2023   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Têkiliyên Federasyona Rûsya û Ermenistanê ber bi paşketineke dîrokî ve diçin. Rayedarên her du welatan daxuyaniyên li dijî hev din dan û hev din tawanbar kir. Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan ragihand ku siyaseta welatê wî ya ku di mîsogerkirina ewlehiya xwe de pişta xwe bide Rûsya tenê, bi xwe şaştiyeke stratejîk e û got, Moskov nikare vê sozê bi cih bîne ji ber ku rola wê li herêmê kêm dibe.

Nikol Pashinyan îşaret pê kir ku welatê wî hewl dide têkiliyên xwe yên di mijarên ewlehiyê de rengîn bike.

Roja duşemê Erîvanê tetbîqata leşkerî ya "Eagle Partner 2023" da destpêkirin û dê heta 20′ê Îlonê bidome. Ev mijar ji Rûsyayê re bû cihê fikaran.

Têkildarî sedemên sereke yên paşketina têkiliyên Rûsya û Erîvanê, lêkolînerê ermenî Hamo Moskoviyan ji ANHA′yê re axivî

Lêkolîner Hamo Moskoviyan got: ′′Qonaxa yekemîn a paşketina têkiliyên Ermenistan û Rûsyayê di sala 2018′an de dest pê kirin, dema ku saziyên îstîxbaratê yê rojava hikumeta  serok Serj Sarkîsyan hilweşand, Sarîsyan jî mîna serok Robert Kocharyan alîgirê Rûsyayê bû.′′

Moskoviya got: ′′Daxuyaniyên ehmeqî yên Pashinyan ên li dijî Aliyev û Pûtîn û hewla wî ya rûreşkirina wan, bû sedema êrişa sala 2020′ê ya li dijî Artsaxê. Ev êriş bi erêkirina Rûsyayê pêk hat. Rûsya bi vê yekê xwest tolê ji Pashinyan hilîne. Di encamê de 6 hezar leşkerên ermenî hatin kuştin û 11 hezar kîlometre çargoşe ji Artsaxî û Ermeniyan ji dest da.′′

Li gorî lêkolîner Moskoviyan, tê gotin ku Pashinyan di berdêla ku hinek ji erdên xwe bide Aliyev de,3 milyar dolar bi rêya serokê Belarus Lokashinko wer girtiye. Her wiha miqdareke mezin a pereyan ji Azerbaycan û Tirkiyeyê wergirtiye ji bo ku bi rêya 3 hezar polîsan pergala xwe biparêze. Hinek ji wan pereyan bide hilbijêrên birçî ji bo ku di hilbijartinan de dîsa bi ser keve tevî binkeftina trajedîk a 2020`an.  

Mokoviyan bal kişand ku Pashinyan bi rayedarên payebilind ên Yekitiya Ewropayê, Erdogan, Aliyev û Macron re li Bruksel, Prag û Enqereyê hevdîtinên eşkere û yên veşartî pêk anîne û li ser gelek têlan lîstin.

Moskoviyan bi domdarî got: ′′Nêzîkatiyên Pashinyan Rûsya û hevalbendên bi hêrs bûn, lew ra Artsax wekî beşekî Azerbaycanê nas kir.  Her wiha Pashinyan çû Kîevê û li wir bi dijminê Pûtîn  Serokê Ukraynayê Zelensky re hevdîtin dike. Tişta herî metirsîdar a dibe Îranê neçar bike ku destwerdana leşkerî bike, daxuyaniya Pashinyan a ji bo tetbîqata leşkerî ya hevbeş a NATO′yê ya vê mehê li Ermenistanê ye.′′

Li gorî lêkolînerê kar û barên Ermenîstanê Hamo Moskoviyan, dibe qabûeta Pashinyar wekî ya rêber Wagner Yevgeny Prigozhin be û got, Pashinyan careke din bi ehmeqî hewl dide Ermenistanê bike Ukrayna din a biçûk.

Edîtorê rojnameya California Courier, Harut Sasunyan jî da zanîn ku pirsgirêka sereke ya Pashinyan ew e ku xwedî pisporî û ezmûnên kêm in û got, diviyabû ku Pashinyan piştî ku di şerê karesatî ya 2020′î de yê bi Azerbaycanê re têk çû, demildest îstîfa kiriba.

Sasunyan anî ziman her serokek Ermenistanê divê baştir bizanibe çawa têkiliyên Ermenistanê bi Rûsya, Ewropa, Amerîka û gelek welatên din re ava bike û hevdengiyê di van têkiliyan de çêbike. Her wiha got, Pashinyan nûnertiya Ermenistanê nake.

(bb)

ANHA