Di bersivdana êrişên dagirkeriyê li Minbicê de çeteyek hate kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya parastina rewa de çalakiyek pêk anî, di encamê de çeteyekî artêşa Tirk a dagirker hate kuştin.

Di bersivdana êrişên dagirkeriyê li Minbicê de çeteyek hate kuştin
13 îlon, 2023   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya çalakiyeke sekvaniyê da, di encamê de çeteyek hate kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker şeva berê gundê Muhsenlî yê bakurê Minbicê topbaran kir.

Ji 1′ê Îlonê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundewarên bakurê Minbicê ‎topbaran dikin. Di wan topbaran û êrişan de 5 welatî şehîd bûn û zêdetirî 7 welatiyan jî birîndar ‎bûn.‎

(fr)

ANHA