​​​​​​​300 top li gundên navçeya Til Temirê ketin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê bi zêdetirî 300 topan û 8 êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek hedef girtin. Di encamê de 8 sivîl birîndar bûn û zêdetirî 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da. Her wiha di bersivandina Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de li hember êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker, zêdetirî 25 çete hatin kuştin.

​​​​​​​300 top li gundên navçeya Til Temirê ketin
13 îlon, 2023   04:35
HESEKÊ – ARAM EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî gundên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê di çend hefteyên dawîn de giran kirin û di wan êrişan de hemû cûreyên çekên giran û balafirên bêmirov bi kar anîn.

Nûçegihanê me li gorî hin çavkaniyên leşkerî, bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Tebaxê û heta 12`ê Îlonê amade kir.

Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka Tebaxa borî de hemû gundên eniya şer wek Ebûş, Şêx Elî  Dirdare yên bakurê navçeya Til Temirê û gundên Um El Kêf, Til Tewîl, Til Cuma, Til Girê Bît û Deşîşe yên rojavayê navçeyê û gundên Til El Leben, Mezret Şiwêş, Gozeliyê û Um El Xêr ên başûrê rojavayê navçeyê topbaran kirin.

Di encama êrişên li dijî gundê Ebûş de 5 sivîl birîndar bûn ên bi navên; Hisên Elî Himêra, Ebdulbaqî Seyid Elî, Mahir Hiêsn Himêra, Besam Hemîd Eglê û Ebdulkerîm Deham. Li gundê Um El Kêf welatiyê bi navê Deham Ehmed Mihemed birîndar bû. Her wiha di encama êrişên bejayî û topbarana li dijî gundên navçeyê de zêdetirî 5 leşkerên hikumet Şamê jiyana xwe ji dest da.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê piştî destpêkirina operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 27'ê Tebaxa borî de li dijî şaneyên DAIŞ'ê û bazirganên hişbirê yên Dêrazorê, zêde bûn.

Di 3'yê Îlonê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên navçeya Til Temirê êrişên bejayî pêk anîn û ew êriş ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve hatin bersivandin. Di encamê de çete neçarî vekişînê bûn û derbeyên giran li wan hat xistin.

Çavkaniyek leşkerî da zanîn ku hejmara kuştiyên çeteyan 25 û ya birîndaran 20 derbas kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek 8 êrişên pêk anîn. Yek ji wan li dijî noqteyeke hêzên hikumeta Şamê bû, her wiha erebeyeke sivîl hat hedefgirtin ku tenê zirarên madî çêbûn. Çavkaniyek leşkerî piştrast kir ku di encama van êrişan de tu zirar negihîştiye hêzên wan.

Heman çavkanî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker gundên navçeya Til Temirê bi zêdetirî 300 top hedef girtin.

Her wiha diyar kir ku ev êriş ji destpêka îsal de yên herî dijwar û giran in.

(mh/şx)

ANHA