​​​​​​​Siyasetmedar: Bêdengiya navneteweyî dihêle Tirkiye zêdetir komkujiyan pêk bîne

Siyasetmedaran destnîşan kir ku QSD'ê hemû planên li dijî aramiya herêmê têk birin û derbeyeke mezin li dijmin da. Lê belê bêdengiya hêzên navneteweyî dihêle Tirkiye komkujiyên dîtir pêk bîne.

​​​​​​​Siyasetmedar: Bêdengiya navneteweyî dihêle Tirkiye zêdetir komkujiyan pêk bîne
13 îlon, 2023   00:45
TEBQA – SELAM KÊRWAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, lê belê şêniyên herêmê bi hevgirtina xwe ev êriş têk birin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Ehmed El Xelef got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên bilez çêbûn. Weka propagandaya li dijî Dêrzorê, êrişên ji aliyê hikumeta Şamê ve, dewleta Tirk a dagirker êriş û hedefgirtina şêniyan û jîngehan, zêde kirin.”

El Xelef destnîşan kir ku êrişên dawîn ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî li dijî Dêrazorê li ber çavên cîhanê bi armanca têkbirina neteweya demokratîk bûn.

Her wiha diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tevahî planên li dijî ewlehiya herêmê têk birin û got: “Têkbirina êrişên dawî, derbayeke mezin bû. Delîl jî, hêzên me li hember planên komên çekdar û çeteyan bendeke asê bûn.”

El Xelef wiha lê zêde kir: "Me ew êriş têk birin, zanabûna gelê me û rûspiyên deverên rizgarkirî xwedî roleke sereke bûn ku li gor bingehên neteweya demokratîk tev geriyan."

Serokê nivîsgeha organîzekirinê ya Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Yasir El Kurdî got: "Dewleta Tirk a dagirker êriş û komkujiyên xwe yên li dijî herêmê hemwextî bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî didomîne."

El Kurdî wiha domand: "Girankirina êrişan encama civîna Astana ya hikumeta Şamê, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker e."

El Kurdî bêdengiya dewletan a li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û handana wan ji wê re şermezar kir.

El Kurdî bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku sûcên xwe rawestîne û got: "Bêdengiya hêzên navneteweyî rê li pêşiya Tirkiyeyê vedike ku zêdetir komkujiyan pêk bîne."

(mh/şx)

ANHA