2 yarîgehên nû li Qamişlo tên amadekirin

Werzîşvanan destnîşan kir ku avakirina yarîgehên giyayî li Qamişlo bi awayeke mezin qada werzîşê ya herêmê pêş dixe û destekê dide dibistan û tîmên futbolê.

2 yarîgehên nû li Qamişlo tên amadekirin
13 îlon 2023   03:22
QAMIŞLO – XALID ETÊ

Nivîsgeha Înşaatan a Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê dest bi avakirina 2 yarîgehên giyayî yên futbolê kir.

Yarîgeh niha di qonaxa avakirinê de ne, yek li rojhilatê bajêr (di bajarê werzîşê ya Heysem Kejo de) û yek dê di bajarê wezrîşê ya Şehîdên 12'ê Adarê de ya nêzîkî bajêr de be.

Rûbera her yarîgehekê hezar û 500 metredam, bi dirêjiya 50 metre û penahiya 50 metreyan ne. Yanîrgeh li gor pîvanên werzîşî yên baş in, ku serbanê wan vekirî ye û erda wan jî giyayî çêkirî ye.

Gerînendeyê nivîsgehê Muhened El Ehmed diyar kir ku ev proje bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl hatiye amadekirin.

Muhened El Ehmed ji ajansa me re destnîşan kir ku diyarkirina cihên yarîgehan li gor lêkolîna rêxistinên civaka sivîl bû û niha zemîna wê bi bermahiyan tê amadekirin û dorê bi sûre tê girtin.

El Ehmed diyar kir ku herdu yarîgeh dê ji bo dibistan û tîmên futbolê berdest bin û li ber hemû werzîşvanan vekirî bin, lê belê hîn dema bidawîbûna amadekariyan nehatiye diyarkirin û got: "Xebat tên kirin û li gor peydabûna madeyên lojîstîk dê dema bidawîbûna projeyê jî diyar bibe."

Rêveberê tîma Peyman a futbolê ya Jinan Mihemed Eko destnîşan kir ku wezîşvan û tîmên Qamişlo ji ber bihabûna kirêya yarîgehên giyayî yên taybet ku nirxê her saetekê di wan de gihîştiye 50 hezar lîreyên sûriyeyî, zehmetiyan dibînin û ev herdu yarîgeh dê barê werzîşvanan sivik bike.

Eko wiha lê zêde kir: "Ev proje ji bo pêşxistina rastiya wezîşê û destekdayîna dibistan û tîmên futbolê gaveke mezin e. Her wiha destekê dide werzîşvanan jî, em hêvî dikin ku ev proje li herêmê zêdetir bibin."

Wezrîşvanan jî tev li nêrîna Eko bûn ku ev proje piştgiriyeke mezin dide qada werzîşê ya herêmê.

(mh/şx)

ANHA