​​​​​​​′ Têkoşîn û hevgirtin rêya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye′

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê got, pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk û hevgirtin rêya yekane ya şikandina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ye.

​​​​​​​′ Têkoşîn û hevgirtin rêya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye′
12 îlon 2023   23:35
QAMIŞLO- CÎHAN SILÊMAN

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê anîn ziman ku xwedîderketina li berxwedana Rêber Abdullah Ocalan tevlêbûna nava berxwedana çalak a li dijî tecrîda mutleq mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne.

Welatiya bi navê Munteha Meter a ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan bandor li jinên ku ramanê wî nas kirine, kir. Her wiha anî ziman ku li Bakur û Rojilatê Sûriyeyê beşdarbûna aktîf a jinên Ereb di tevahî qandên jiyanê de berhemê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Munteha Meter bal kişand ser girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: "Tevahî pêşketinên di warê azadiya jinan de çêbûne ku bandoriya xwe ya li pêşketina civak û malbatan jî kir, di serî de dewleta Tirk a dagirker li xweşiya pergalên cîhanê yên dijberî gelan nehat, ji ber vê yekê tecrîdeke giran li ser Rêbertî ferz kirine da ku cîhanê ji ramanê wî qut bikin."

Munteha Meter anî ziman ku ew ê çalakiyan dewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Welatiya bi navê Gulê Behdî ya ji civaka êzidî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, ev tecrîd li dijî tevahî pêkhate û gelên bi ramanê wî bawer in.

Gulê Behdî anî ziman ku hevgirtin û beşdarbûna çalak a nava têkoşîna li dijî tecîrdê mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Ehmed El Elî yê ji pêkhateya Ereb bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Bi perwerdeya li ser bingehê bîrdoziya Rêbertiyê em kesayseta xwe û civakeke demokratîk ava bikin."

Hefîze El Rafai ya ji pêkhateya Ereb anî ziman ku hevgirtina pêkhateyan rêya têkbirina pergala îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan in.

(bb)

ANHA