​​​​​​​Rojnamevan Germiyanî: Fîdan beriya hilbijartinan dijî Kerkûkê tifaq çêkir

Rojnamevan Botan Germiyanî destnîşan kir Hakan Fîdan beriya hilbijartinên Iraqê tifaqeke fermî di navbera PDK`ê, Tirkmenên faşîst û Erebên Baasî de dijî Kerkûkê çêkiriye.

​​​​​​​Rojnamevan Germiyanî: Fîdan beriya hilbijartinan dijî Kerkûkê tifaq çêkir
3 îlon, 2023   03:17
NAVENDA NÛÇEYAN / CÎHAN BÎLGÎN

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan roja 22'ê Tebaxê çû Bexdayê û ji Iraqê daxwaz kir ku PKK′ê wek "rêxistineke terorîst" bihesibîne. Paşê Fîdan berê xwe Hewlêrê û bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serok`ê PDK`ê Mesût Barzanî re hevdîtin kir. Di hevdîtina 3 rojan de aloziya avê, neftê û şerê herêmê hat nîqaşkirin. Têkildarî van hevdîtinan rojnamevanê li herêma Başûrê Kurdistanê Botan Germiyanî ji ajansa me re axivî.

`PİŞTÎ HELWESTÊN GEL Û SİYASETMEDARAN ERDOGAN NEÇÛ IRAQÊ`

Rojnamevan Botan Germiyanî bi bîr xist ku divê Erdogan çûba Iraqê lê ji ber nêrazîbûnên li herêmê hişt ku Hakan Fîdan di dewsa Erdogan de serdana Iraqê bike. Germiyanî, der barê mijarên nerazîbûnên gel û siyasetmedaran wiha parve kir: “Biryar hatibû dayîn li ser 3 mijarên esasî Erdogan di dawiya meha Tîrmehê de serdana Iraqê bike. Ew mijar ev in; tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistan, bazirganiya niftê û avê. Di demên dawî de li ser mijara niftê gelek pirsgirêk di navbera Iraq û Tirkiyeyê de derketin. Ji sala 2014`an şûnde petrola Tirkiye bi awayekî qeçaxî nifta herêmê didize. Li gorî destûra Iraqê jî mafê herêmê tune ye ku bi serê xwe bazirganiya niftê bike. Di vê çarçovê de Tirkiye şert li Iraqê daniye ku beramberî bermîlek nift bermîlek av bide. Dewleta Tirk ev 5 salên dawiyê bi çêkirina bendavên ser Dîcle û Firatê re ji sedî 60 heta sedî 70 beşa ava Iraq û Suriyê didize. Ev bûye sedem ku di aliyê çandinî, jiyanî, masîvanî de li Iraqê krîzeke mezin çêbe. Rojane bi hezaran kes koç dikin. Gelek masî ji ber kêmbûna avê mirin. Di deh salên borî de mîlyonek û 747 hezar donim bûye sehra. Beriya niha li Iraqê 33 mîlyon donim zevî dihatin çandin. Niha ev daketiye kêmî 10 mîlyonan. Ev 5 sal in Erdogan şerê avê li dijî herêmê dide meşandin. Ev bû sedem ku gelê herêmê û siyasetmedar li dijî hatina Erdogan bertekan nîşan bide. Çavdêr û siyasetmedarên Iraqê ji hikûmetê re gotin `ger Erdogan were divê hûn hesap ji wan bixwazin.` Ev nerazîbûn bû sedem ku Erdogan neyê herêmê. Li şûna wî 22`ê mehê Hakan Fîdan ku bi salane li dijî Kurdan jenosayd dide meşandin hate Bexda.”

`HAKAN FÎDAN GOTIYE WÊ PDK`Ê PEREYÊN CEZAYÊ BIDE`

Rojnamevan Germiyanî, agahiyên der barê encama hevdîtinên Hakan Fîdan bi Iraqê re bi dest xistiye wiha parve kir: “Li gorî hin agahiyên çavkaniyên taybet ji me re hate gotin, Hakan Fîdan li Iraqê tiştek bi dest nexistiye. Şert û mercên wan nehatiye qebûlkirin. Berê ji ber sedema dizîna nifta herêmê ku malbata Barzanî tifaqa 50 salî bi dewleta Tirk re çêkirine û hemû nift kirine destê wan û Iraq li dadgeha navnetewî Parîsê gilî kir. Sala borî ev doz ji aliyê Iraqê ve hate qezenckirin. Wê demê dadgeh biryar da ku bazirganiya nifta herêmê bê sekinandin û Tirkiye beramberî vê mîlyarek û nîv dolar bide Iraqê. Ji wê rojê heta niha hikûmata Iraqê derbaskirina niftê qedexe kiriye. Hakan Fîdan aniye ziman ku bi tu awayî mîlyarek û nîv dolar nadin û gotiye ku divê PDK van pereyan bide. Ji bo dîsa nift bişînin Tirkiye çend şert danîne. Tirkiye ji bo yek bermîl nift 13 dolar daxwaz kiriye. Ji bo kompaniya Botaş a Tirkiye ku niftê vediguhêze, yek bermîl re 7 dolar xwestiye. Lê li gorî rayadarên fermî yên Iraqê di vê derbarê de tu lihevkirin çênebûye. Wekî ku siyasetmedarên Iraqê jî dibejin; qebûlkirina van mercan gelek zehmet e û ne mimkun e. Mijara êriş û dagikeriya dewleta Tirk siyasetmedar û rayadarên Iraqê gelekî aciz kiribû. Rayadarên aliyên şîî bi zelalî helwesta xwe li dijî Hakan Fîdan nîşan dan û eşkere ji wan re gotin `artêşa xwe ji ser axa me bikşînin û herin.”

LEZ Û BEZA BER Bİ PDK`Ê VE

Piştî Hakan Fîdan bi rayadarên hikûmeta Iraqê re civiya berê xwe da PDK`ê. Botan Germiyanî diyar kir ku ji ber Hakan Fîdan li Iraqê tiştek bi dest nexist bi lez û bez berê xwe da herêma Başûrê Kurdistanê û bi her sê Barzaniyan re civiya ye. Germiyanî anî ziman ku hevdîtin li ser du mijarên esasî bi rayadarên hikûmeta Başûr, PDK`ê û Ixwan Mislîmîn re pêk hatiye û got: “Ji wan re hatiye gotin ku `divê hûn rasteast bikevin nav şerê dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya PKK bikin. Divê êdî di çarçoveya piştgirîdayîn û hevkarî de nemînin. Rasterast li kelêka me li dijî wan şer bikin.` Di çarçoveya tifaqa kabîneya nû ya hikûmeta Erdogan de, Hakan Fîdan berê xwe da Îxwan Mislîmîn ku beriya niha dixwestin bi rêya YNK`ê şer bikin, PKK wekî dijmin nîşan bidin, PDK û YNK têxin bin destê xwe û li ser rêya îxanetê wan bi kar bînin. Lê YNK ev siyaset qebûl nekir û bi zelalî ji PDK, dewleta Tirk re got `em nakevin nav şerê wiha de û şerê Kurd-Kurd tu carî nakin.` Ji bo wê niha berê xwe dane Îxwan Mislimîn. Cepheya Tirkmenan li Başûrê Kurdistanê di van salên dawî de bi hevkariya rasterast a dewleta Tirk re li bajarên ku dikevin ser xeta 140, navçeyên Kerkûk, deşta Nînowa xwe birêxistin dikin. Hakan Fîdan bi wan re jî civiyaye û gotiye; `Divê xwe bi hêz bikin, bi taybet li Kerkûk xwe bikin hêza yekemîn.` PDK`ê ji vê siyasetê re jî hevkar e.”

BERIYA HILBIJARTINA DIJÎ KERKÛKÊ TIFAQ

Rojnamevan Botan Germiyanî diyar kir ku beriya hilbijartinên Iraqê, Hakan Fîdan ji bo tifaqa navbera Erebên şovenîst, Tirkmenên faşîst û PDK`ê bi fermî çêbike çûye Hewlerê û got: “Niha hilbijartineke ya encûmena meclîsa parêzgehan li Iraqê pêş me ye. PDK bi talîmata Tirkiye û Hakan Fîdan bi Tirkmenên faşîst û Erebên Baasî yên şovenîst ji bo hilbijartinên demên pêş re bi taybet di nav Kerkûk de li hev kiriye û tiraqa xwe çêkiriye. Ev siyasetekî dijminatiyê ye. Hakan Fîdan ji bo tifaqa navbera Erebên şovenîst, Tirkmenên faşîst û PDK`ê bi fermî çêbike hate Hewlerê. Destek bidin hevdu ku li Kerkûkê dengê Kurd perçe bikin û di navçeyên 140 de jî hêzên girêdayî dewleta Tirk a dagiker bikin hêza yekemîn. PDK`ê her tim li ser xeta Tirkan meşiyaye û Iraqê jî hîn bersiva zelal nedane dewleta Tirk.”

ANHA