Rûspiyekî êla El Elî: Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê girîng e û em piştgiriya wê dikin

Rûspiyê êla El Elî Şêx Remedan El Rehal destnîşan kir ku êlên Reqayê piştgiriya operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya QSD`ê dikin û bang li şêniyan kir piştgiriya QSD`ê bikin.

Rûspiyekî êla El Elî: Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê girîng e û em piştgiriya wê dikin
2 îlon, 2023   23:35
REQA-ENES MIHEMED

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser bangewaziyên xelk û rûspiyên Dêrazorê 27`ê Tebaxê li dijî şaneyên DAIŞ`ê û bazirganên narkotîkê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dest pê kir.  

Xelkê herêmê û rûspiyên wê, piştgiriya operasyonê kir. Ji nav wan, rûspiyê êla El Elî şêx Remadan El Rehal heye. El Rehal got: “Divê ev şane û bazirganên narkotîkê bên girtin û ewlehî li herêmê bê xurtkirin.”

El Rehal wiha domand: “Em piştgiriya QSD`ê dikin. Ji ber ku narkotîk bi awayekî neyînî bandor li civakê dike.”

Her wiha El Rehal bang li tevahî êlan kir ku li rex QSD`ê bisekinin û ji bo sepandina ewlehiyê çi ji destê wan tê bikin û ev Ii gotinên xwe zêde kir: “Divê kesên tevliheviyê çêdikin û dixwazin îstiqrara herêmê têk bibin, werin girtin. Em bang li xelkê herêmê dikin ku piştgiriya hêzên me bikin ku ji bo parastina me, kar û xebat dikin.”

El Rehal di dawiyê de bang kir ku operasyon berfireh bibe û lêgerîn li her derê pêk were ji bo ku bi temamî ji şaneyên DAIŞ`ê û diyardeya narkotîkê xilas bibin.

(şx)

ANHA