Mîhrîcana Zarokan a Hesekê bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû

Mîhrîcana 8`an a Zarokan a kantona Hesekê bi dawî bû. Di roja dawîn de, komên beşdar berhemên xwe pêşandan û xelat wergirtin.

Mîhrîcana Zarokan a Hesekê bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû
2 îlon, 2023   18:06
HESEKÊ

Mîhrîcana 8`emîn a Zarokan ku bi dirûşma “Zarok hêviya jiyanê ne û jiyan bi zarokan xweş dibe” bi beşdariya 20 koman li hola Serdem a Hesekê, bi rasthatina Roja Zarokatiyê ya Cîhanê duh dest pê kiribû.

Di roja duyem a mîhrîcanê de, 11 komên beşdar berhemên xwe pêşandan.

Koma Çûkên Pêşerojê, Kulîlkên Serêkaniyê, Koral, Şehîd Çirav, Şehîd Jiyan Peyman, berhemên xwe têkildarî şoreşa Rojava, berxwedan û çanda herêmê pêşandan.

Her wiha koma Şehîd Mizgîn, Şehîd Ekrem, Şehîd Şiyar jî berhemên xwe yên govend û şanoyê pêşandan. Dûre xelat li tevahî komên beşdar hatin belavkriin.

(şx)

ANHA