Şêniyên Dêrikê: Em teslîmî siyasetên pergalên hegemon nabin

Xelkê bajarê Dêrikê diyar kir ku xwedîderketina li felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwedîderketina li azadî û demokrasiyê ye.

Şêniyên Dêrikê: Em teslîmî siyasetên pergalên hegemon nabin
1 îlon, 2023   23:37
QAMIŞLO

Pêkhateyên gelên Kurdistanê di oxira azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li dijî pergala hegemonîk, siyasetên tecrîdê û îşkenceyê têdikoşin.

Şêniyên bajarê Dêrikê têkildarî wan siyasetan ji ajansa me re axivîn.

Ebducebar Tey li ser mijarê wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan her tim ji bo rizgarkirina gelan ji siyasetên rejîmên kapîtalîst û hegemon, bi rêya pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk xebitî û hê jî dixebite.”

Ji bo sekna li hember van siyasetan, Ebducebar Tey diyar kir ku ew dev ji Rêber Abdullah Ocalan bernadin û wiha dom kir: “Felsefeya wî ji bo gelan misogeriya azadî û demokrasiyê ye. Em wek gel bi diruşmeya ′Bê serok jiyan nabe′ ve girêdayî ne. Ji lew re em ê di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de têkoşîna xwe dewam bikin."

Hemze Beşîr jî anî ziman ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêbaza yekane ya têkbirina koletiya ku dewletên kapîtalîs di kesayeta welatiyan de xwe li ser ava kirine û got: “Ji ber vê yekê li hember fikra Rêbertî tecrîd, îşkence û êrişên li ser hemû gelên ku xwedî li wî fikrî derdikevin, tên kirin."

Safiya Îbrahîm jî bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşîna li hember êriş û siyasetên şerê taybet ên dijî gelan û got: "Em serî natewînin û em ê fikrên Rêber Abdullah Ocalan hîn zêdetir belav bikin."

Elî Remezan jî têkildarî heman mijarê helwesta xwe wiha nîşan da: "Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de îsbat kir ku ew dikare di rewşên tecrîdê de jiyaneke mezin bijî û berxwedana bêhempa raber bike. Wekî dilsoziya bi vê berxwedanê re, em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bikin." "

(fr/c)

ANHA