Rûspiyekî eşîra Şemer piştgirî da Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′

Rûspiyê eşîra Şemer Etiye El Amûdî El Şemerî diyar kir ku tevahî endamên eşîra Şemer piştgiriyê didin QSD`ê û got: “Em ji bo têkbirina hemû hewldanên xirakirina ewlehiya herêmê amade ne.”

Rûspiyekî eşîra Şemer piştgirî da Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′
2 îlon, 2023   00:35
QAMIŞLO

Rûspiyê eşîra Şemer Etiye El Amûdî El Şemerî têkildarî hewldanên derxistina fitneyê li Dêrazorê ji ajansa me re axivî. El Şemerî got: "Em destekê didin Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ku QSD′ê 27′ê Tebaxê dijî şaneyên DAIŞ′ê, kesên destên xwe di sûcên li herêmê de hene, bazirganên hişbirê û xirabkaran daye destpêkirin."

El Şemerî wiha domand: "Destên derve hewl didin fitneyê di nava êl, eşîr û QSD′ê de li Dêrazorê derxin, da ku tirs û xofê di nava welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de belav bikin. Lê ev hevgirtina nîştimanî ku di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de pêk hatiye, têk naçe."

El Şemerî anî ziman ku tevahî pêkhateyên eşîra Şemer li dijî planên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kêleka QSD′ê ne.

El Şemerî bang li tevahî eşîrên Ereban kir ku hişyar bin û nekevin xekfa propagandaya dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê  û ya rejîma Baasê ku hewl didin ewlehiyê têk bibin.

(fr/c)

ANHA