Bi boneya 1′ê Îlonê mîtîngeke girseyî li Amedê hat lidarxistin

Li Amedê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîngeke girseyî bi pêşengiya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Ji bo aştiyeke civakî jiyaneke wekhev û azad" pêk hat.

Bi boneya 1′ê Îlonê mîtîngeke girseyî li Amedê hat lidarxistin
1 îlon, 2023   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Qada mîtîngê bi alên partiyê hat xemailandin û pankartên "1'ê Îlonê aştî ye", "Em li ber şeran radibin, em jin aştiyê dixwazin", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Tu jî ji bo aştiyeke birûmet rabe ser xwe", "Şewitandian daristanan polîtîk e", "Dîsa jin, dîsa jiyan" û "Jin temînata aştiyê ye" hatin vekirin.

JIN BI MEŞÊ KETIN QADA MÎTÎNGÊ

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û parlementer Adalet Kaya, Halîde Turkoglû, Newroz Ûysal û jinên TJA'yî bi pankartên "Jin, jiyan, azadî" û "Azadî ji bo jinên girtî" ber bi qadê ve meşiyan. Di dema meşê de dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Jin, jiyan, azadî" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin.

Gel di du noqteyan re dikeve qada Stasyonê. Li qadê noqteyê lêgerîn heye. Polîsan nehişt rojnamevan pênûsên xwe yên ji bo nîşegirtinê bi xwe re bibin qadê.

Tevî hemû astengiyan jî ji heft saliyan heya heftê saliyan her kes diçe qada mîtîngê. Li qadê dirûşma "Pêşengê aştiyê li Îmraliyê ye" hat berzkirin.

Li qadê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.Girseyê bi yek dengî sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Piştî rêzgirtinê ciwanan dirûşmeya "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin.

Di dema berzkirina dirûşmên de polîsan dengê pergala deng bilind kirin.

Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abas Şahîn li ser navê Komîteya Amadekar axivî. Şahîn girseyê silav kir û got: "Me dixwest em li vir tiştên xweş bibêjin, lê Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê canê xwe didin. Girtiyên me yên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Me soz daye vî gelî, em ê aştiyê bînin vê xakê. "

Piştî axaftinê parlementerên herêmê yeko yeko gel silav kirin.

‘GELÊ KURDISTANÊ SED SAL IN  JI BO JIYANA AZAD LI BER XWE DIDE’

Paşê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî. Ozturk di serî de Dayikên Aştiyê û bi giştî hemû beşdaran silav kir. Ozturk ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir, got: "Ger li welatekî azadî û aştî hebe, wateya 1'ê Îlonê jî mezin e."

Ozturk bal kişand ser dîrokçeya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya cîhanê û got: "Di vî şerî de mirovahî winda kir. Ji bo bi qîmeta aştiyê bê zanîn ev roja hat îlankirin. Li Kurdistanê sed sal in gelê me ji bo jiyaneke azad li ber xwe dide. Vî 50 salên dawî gelê Kurd dizane ku her cara firsend bi destê birêz Ocalan ketiye tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn hêviyên mezin çêbûne. Lê AKP-MHP ji bo vê hêviyê tune bike, tecrîdê kûrtir kir. Ji ber ku dijminê demokrasî û aştiyê ne tecrîdê kûr kirin. Newroza 2013'an a Amedê tê bîra her kesî. Di Newroza 2013'an de Abdullah Ocalan peyama xwe da. Pêvajoya aştiyê dest pê kir. Kurd, Tirk, Laz û Çerkes hemû gelan jiyanê dît. Îro krîza aborî dest pê kiriye. Sedema vê krîzê şer e. Sedema bidawîbûna demokrasiyê şerê li hemberî Kurdan e. Ji bo ser feraseta xwe ya faşîst û polîtîkayên xwe yên qirêj bigirin li dijî Kurdan dest bi şer kirin.′′

Ozturk bilêv kir ku lê Kurd bi şer, kuştin û îşkenceyê naqedin û got: "Divê aştiyeke birûmet bê Tirkiyeyê. Tekane çare ev e. "

'BI DESTÊ AŞTIYÊ YÊ RÊBERÊ GELÊ KURD BIGIRIN'

Ozturk wiha domand: "Îro ramanên birêz Ocalan li seranserê cîhanê belav bûne. Birêz Ocalan li dijî van faşîstan li ber xwe dide. Me ji bo aştiyeke birûmet daye ser vê rêyê. Me gelek bedêl dane, lê heya em azad bibin em ê bedêlê bidin. Meseleya Kurd îro ne Tirkiyeyê, bandorê li Rojhilata Navîn jî dike. Îro sedema ku hûn nikarin annekî bibin malê, ev feraseta faşîst e. Bi destê aştiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin. Ger hûn bi wî destî bigirin, wê aştî çêbibe. Em ê ji bo aştiyeke birûmet heya dawiyê bitêkoşin."

Di mîtîngê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivîn.

Ûçarê bi Kirmanckî axivî û ewilê silav li gel kir.

‘ARMANCA BI AŞTIYÊ JIYANEKE BI RÛMET E’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got: "Bila keda we bibe sedema aştiyeke birmûet. Aştî tenê ne ji bo bidawîkirina mirinan e, di heman demê de Bİrûmetkirina jiyanê ye jî. Avakirina siberojeke azad e. Her wiha aştî ne peymanên ku li ser maseyan tên îmzekirin. Jiyana wekhev û azad a hemû zimanên zikmakî, azadî û nasnameyan e. Aştî pirbawerî ye. Bila tu kes aştiyê di nasnameyekê de asê neke."

'BI BERXWEDANÊ VÎNA ME YA JI BO AŞTIYÊ ZINDÎ DIBE'

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku vê cîhanê du şerên cîhanê yên mezin dîtine û wiha pê de çû: "Ê cîhanê bi rê ve dibe şerê pîşesaziyê ye. Em mirovên wê erdnîgariyê ne ku herî zêde bi aştî û şer dizanin. Tenê tiştên qirêj ên dewletê û rêvebirên şer hebûn; asîmîlekirina Kurdan. Sed sal in Kurdan bi tenê dihêlin. Lê Kurd li dijî vê bi berxwedaneke bi sed salan tevgeriya û bersiv da. Ev berxwedan vîna me ya aştiyê zindî dike.′′

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi lêv kir ku bila ev roj bibe diyarî ji bo Dayikên Aştiyê yên li Colemêrgê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan û got ku ev ne qezaya trafîkê ye, kuştin e.

‘DEWLET BI TENÊ BI TECRÎDÊ DIZANE’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi dewamdarî bal bir ser krîzên li Tirkiyeyê û got: "Mirov ji bêgaviyê xwe dikujin. Desthilat li ber siya şer hewil dide mirovan qanih bike ku aştî utopya ye. Lê wê têkoşîna me ji bo avakirina aştiyeke mayînde û birûmet bidome. Li vî welatî astengiya herî mezin a li ber wekheviyan neçareserkirina meseleya Kurd e. Ger projeyeke we ya çareseriyê nîn be, divê hûn ji yên zana bipirsin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje: ‘'Derfetê bidin min ez ê di hefteyekê de çareser bikim.’' Lê aqilê dewletê li hember aştiyê tenê bi tecrîdê dizane. Di şexsê birêz Ocalan de hewil didin tevahiya gelê Kurd tecrîd bikin, lê bi ser neketin û wê bi ser nekevin. "

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku ew ê bi bibin yek û aştiyê bi destên xwe çêbikin.

Mîtîng bi stranên hunermend Xecê dewam kir.