Îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê dîmenên nerast ji herêmên dagirkirî diweşînin

Çeteyên dewlet Tirk a dagirker bi hewla têkbirina îstiqrara herêmê, dîmeneke nerast belav kirin û îdia kirin ku berê xwe dane herêmê ji bo ku piştgiriya komên çekdar bikin.

Îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê dîmenên nerast ji herêmên dagirkirî diweşînin
31 tebax, 2023   17:12
HESEKÊ

Li gel ku operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dest pê kiriye, kete roja 5`an, torên dezgehên dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê û aliyên dijber, şerê çapemeniyê li dijî herêmê dimeşînin û bi rêya wê hewl didin ku fitneyê li herêmê derxin.

Li ser hin malperên sosyal medya, dîmenên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê belav bûn ku qaşo amadekariyan dikin da ku piştgiriya komên sûcdar û bazirganên narkotîkê yên li Dêrazorê bikin.

Piştî şopandinê û lêgerîna rastiyê, hin çavkaniyên taybet aşkerakirin ku çete dê bizanabûn û bi fermana îstixbarata dewleta Tirk û dezgehên çapemeniyên yên girêdayî wê, mîna van dîmenan bikişînin û belav bikin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çete hatibûn eniyên şer lê dîsa li cihê xwe vegeriyane. Armanca wan tenê, têkbirina îstiqrara li herêmê ye.

(şx)

ANHA