Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Operasyon gelek girîng e

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê destnîşan kirin ku operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ji bo têkbirina DAIŞ`ê, şaneyên hikumeta Şamê û Tirkiyeyê li herêmê gelek girîng e. Her wiha gotin divê xelkê herêmê bi fitneyê neyên xapandin û piştgiriya QSD`ê berdewam bikin.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Operasyon gelek girîng e
31 tebax, 2023   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di dîmenan de axivîn ku malpera fermî ya QSD`ê weşandiye. Fermandaran, operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” nirxandin ku di encamê de fermandarê meclisê Ehmed El Xebîl (Ebû Xewle) ji kar hat dûrxistin û tevî bi dehan çeteyên DAIŞ`ê, hin şaneyên din û bazirganên narkotîkê hate girtin.

QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji 27`ê Tebaxê ve, operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li herêmên cuda yên rojhilatê berava çemê Firatê û Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê, bazirganên narkotîkê û komên çekdar dest pê kiriye.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Xelîl El Wehiş axivî û got: “Operasyon, ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û şaneyên girêdayî rejîma Sûriyeyê dest pê kir. Propagandaya li ser sosyal medya tê kirin, derew e û armanca wê, derxistina fitneyê û tevliheviyê di nava gelên herêmê û hêzên leşkerî de ye.”

El Wehiş bang li xelkê Dêrazorê kir ku ji van nûçeyan bawer nekin ji ber ku ne rast in û divê piştgiriya QSD`ê bikin ji bo ku ewlehî û îstiqrar li herêmê pêk were.

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî Xelîl jî wiha axivî: “QSD`ê xebatên lêgerînê li beşên berfireh ên rojava û rojhilatê Dêrazorê li dar xistin. Gelek cihên şaneyên DAIŞ`ê û şaneyên berpirsên têkbirina ewlehiya herêmê, tune kirin.”

Xelîl bang li şêniyên herêmê kir ku ji bo tunekirina DAIŞ`ê û her kesê hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, piştgiriya QSD`ê berdewam bikin.

Fermandarekî din ê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed El Omer jî destnîşan kir ku operasyon ji bo tunekirina şaneyên girêdayî Tirkiye, rejîmê, Îran û DAIŞ`ê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Operasona me ji bo xilaskirina herêmê ji van şaneyan e. Divê xelkê herêmê bi me re hevkariyê bike.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Îbrahîm El Asî bang li xelkê herêmê kir ku ji îdiayan bawer nekin ku dibêjin komên çekdar ên meclisê ne û diyar kir ku têkiliyan van koman bi meclisê nîn e.

QSD`ê bi tevlêbûna tevahî sazûmaniyên xwe operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” di roja 5`an de didomîne ku bi koordîneya rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser bangewziya wan dest pê kiriye.

(şx)